Ji Brîtanyayê ji bo 28’ê Gulanê bang: Em dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin

Li Brîtanyayê gel ji bo tûra 2’yemîn a hilbijartinên Serokkomariyê herikîn ser sindoqan. Xebatkarên Îtîfaqa Ked û Azadiyê ya Brîtanyayê bang li her kesî kirin ku di 28'ê Gulanê de li dijî faşîzma AKP-MHP'ê dengê xwe bidin.

Li Brîtanyaya ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de Tifaqa Cûmhûr têk çû, ji bo hilbijartinên Serokkomariyê yên tûra 2'yemîn jî dengdana ku 5 rojan dewam kir, bi dawî bû.

Di hilbijartinên li London, Manchester, Leicester û Edinburgh ên Skoçyayê de, rêjeya dengan li gorî hilbijartinên berê ji sedî 4 zêde bû. Li welatê ku bi giştî 127 hezar û 281 hilbijêrên qeydkirî hene 68 hezar û 119 kes çûn ser sindoqan û rêjeya dengan jî bû ji sedî 53,51. Di hilbijartinên berê de 64 hezar û 52 kes çûn ser sindoqan ev rêje ji sedî 50 mabû.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê ku ji aliyê Kurd, Elewî, Sosyalîstên Şoreşger û Komeleyên Herêmî ve hate avakirin, xebateke xurt meşandin û bi hezaran hilbijêr anîn ser sindoqan. Koordînasyona ku bi çavdêr û muşahîdên li ser sindoqan dengan parastin got, “Em ji bo azadî, demokrasî û siberojê ketin rê. Rêjeya dengdanê zêde bû. Gel jî tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê hilweşand.”

‘DIVÊ HER KES DENGÊ XWE BIDE JI BO GUHERTINÊ’

Xebatkarên Tifaqa Ked û Azadiyê, têkildarê xebatên hilbijartinê ji ajansa me re axivîn.

Ji Navenda Civaka Kurd a Brîtanyayê Ercan Akbal diyar kir ku, gel bi hêvî û îradeyek mezin çû ser sindoqan û got, “Divê her kes di 28’ê Gulanê de biçe ser sindoqan û ji bo guhertinê tercîha xwe bike. Rejîma heyî tiştekî ku pêşkêşî vî gelî bike nemaye. Ger em cudakariyê di navbera gelan de naxwazin wê demê divê em biçin ser sindoqan. Divê em ji vê rejîmê xilas bibin. Ji bo guhertina rejîma heyî divê em biçin ser sindoqan. Têkoşîn berdewam dike û wê bidome."

Ji Tifaqa Ked û Azadiyê Ozge Şenyurt daxuyakirin ku di hilbijartinên tûra 2'yemîn de coş û kelecaneke mezin dîtine û got, "Me xwest ev yek di tûra yekemîn de bi dawî bibe. Hemû saziyên demokratîk li vir fedekariya xwe ya herî baş nîşan dan. Em di wê baweriyê de ne ku ev hêviya guhertinê wê bi dengdana 28’ê Gulanê li tevahiya Tirkiyeyê mezintir bibe. Werin em sindoqan biparêzin û dengên xwe bidin."

'EM BI HEVGIRTINÊ BI SER KETIN'

Dîdem Ertan a 5 rojan li ser sindoqan cih girt jî diyar kir ku, di van hilbijartinan de di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de hevgirtin û yekîtiyeke mezin çêbû û wiha got: “Ev yek pir bi nirx bû. Hevkariya me jî heyecanek mezin li kesên ku deng dane zêde kir. Em maf û azadiya xwe diparêzin. Em bi hevgirtinê bi ser ketin, ez hêvî dikim ku ev hevgirtin li Tirkiyeyê jî berfirehtir bibe.”

Ji Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê Feyzullah Cinpolat got: “Brîtanya di tûra yekem de erka xwe pêk anîbû. Ev kar nîvco ma bû. Di tûra duyem de Brîtanya çû ser sindoqan û karê xwe baş kir. Em di wê baweriyê de ne ku namzedê ku me dengê xwe daye wê ji sedî 85 li hemberî Erdogan bi ser bikeve. Berê ji sedî 83 bû. Bi taybetî jî tevlîbûna ciwanan a vê hilbijartinê ji bo me hêja bû. Gelên li Brîtanyayê dîrok nivîsandin û wê nivîsandina wê bidomînin."

Ji Tifaqa Ked û Azadiyê Hazal Demîrel jî wiha axivî: “Eleqeyeke mezin hebû. Ji tûra yekem beşdarbûnek çêtir hebû. Ne hewce ye mirov bêhêvî bin. Ev ne windabûnek e. Ji cihên dûr mirov derketin hatin û deng dan. Bila dostên me yên li Tirkiyeyê jî bi hêvî bin. Jixwe heta ku em hebin wê hêviyek hebe. Ez bang li her kesî dikim ku di 28’ê Gulanê de dengê xwe bidin. Encameke baş dê ji vir derkeve. Cihê ku jiyan lê hebe, hêvî jî heye.”