Erçe: Karê me yê destpêkê têkbirina Erdogan e

Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Cûma Erçe diyar kir ku tûra duyemîn veguheriye referandûmê û got, "Karê me yê destpêkê têkbirina Tayyîp Erdogan e, hilweşandina rejîma yek şexsî ye."

Erçe bi bîr xist ku wan bi rengekî eşkere ragihandine, li dijî rejîma yek şexsî ew ê piştgiriyê bidin Kemal Kiliçdaroglû û diyar kir, rejîma yek şexsî bi dawî bibe jî têkoşîna wan a ji bo daxwazên welatîbûna wekhev wê dewam bike.

Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Cûma Erçe ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê yek ji krîzên herî giran ên aboriyê diqewime; xizanî, birçîbûn mezin bûye. Erçe bal kişand ser rêxistiniya dewletê ya ku li herêma erdhejê di binê kavilan de ma û got, "Welê bûye ku zarokên me nikarin bixwînin, kuştina jinan, destdirêjiya li zarokan, zordariya li heywanan... Nûnerên van gotinên nijadperest û paşverû li Meclîsê bûn xwedî giranî."

TÛRA DUYEMÎN VEGUHERÎ REFERANDÛMÊ

Erçe anî ziman ku tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê veguheriye referandûmê û got, "Gotin û siyaseta dijminê ked, xweza û jinê, welat xistiye vî halî. Pirs şênber e; tarîtî yan jî ronahî? Divê mirov vê yekê bidin fêhmkirin."

TÊKOŞÎNA JI BO WELATÎBÛNA WEKHEV WÊ DEWAM BIKE

Erçe diyar kir ku Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal ji destpêka pêvajoya hilbijartinê ve helwesta wan diyar e; li dijî rejîma yek şexsî wan piştgiriya xwe ya ji bo Kemal Kiliçdaroglû ragihandine û ragihand, piştgirî nayê wateya erêkirina helwest û zimanê di dema hilbijartinê de hatin bikaranîn. Erçe destnîşan kir ku rejîma yek şexsî bi dawî bibe jî wê têkoşîna wan a ji bo daxwaza welatîbûna wekhev dewam bike û got, "Mirovên me ku bi sedan sal in zilm û zext lê hatiye kirin, timî bûne alîgirê mezlûm û maf. Partiyên siyasî yên ku bi vê zanin, bi wî çavî li Elewiyan dinihêrin ku mîna dengê wan 'ji wan re amade ye'. Em ne garantiya kesî ne, em ê nebin. Daxwaza me zelal e; welatîbûna wekhev. Em vê yekê ne tenê ji bo Elewiyan, her wiha ji bo hemû bindestên li Tirkiyeyê dixwazin. Eger Kemal Kiliçdaroglû bibe serokkomar jî têkoşîna me ya ji bo maf wê dewam bike.

'EM JI SORKIRINA NIJADPERESTIYÊ ACIZ IN'

Rexneyên me hene ku me ji dema piştî hilbijartinê re hiştine. Welat ber bi aliyê rast ve tê birin. Piştî krîzên giran ên aboriyê nijadperestî tê sorkirin. Nijadperestî ew amûr e ku ji bo mirovan ji pirsgirêkên jiyana rojane qut bikin serî lê tê dayin. Ji bo hîn bêhtir dengan bi dest bixe, divê serî li gotinên nijadperestî û paşverûtiyê neyê dayin. Em ji vê helwestê aciz in. Dema bê, gava ku rejîma yek şexsî bi dawî bû, em ê li hev rûnên û li ser vê demê biaxivin. Lê belê karê me yê destpêkê têkbirina Tayyîp Erdogan e, têkbirina rejîma yek şexsî ye."