HILBIJARTIN 2023
Hemû Nûçe
-
Partiya Çepên Kesk: Li pişt êrîşên nîşadperestî desthilatdariya AKP-MHP'ê heye
Rêxistina Bajarê Mêrsînê ya Partiya Çepên Kesk bertek nîşanî êrîşên nîjadperest ên li bajêr da û diyar kir ku, ev êrîş ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve tên organîzekirin. -
Namzetên Enqereyê yên Çepên Kesk: Em ê xwedî li sindoqan derkevin
Namzetên parlamenteriyê yên Enqereyê yên Partiya Çepkên Kesk gotin, "Divê em nekevin xefika provokasyonan. Bi bikaranîna dengê xwe, bi xwedîderketina li sindoqan em ê bi ser bikevin. Di tûra destpêkê de divê biqede." -
Buldan: Ji bo bidawîkirina faşîzmê mohra xwe li Partiya Çepên Kesk bidin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di mîtînga Qersê ya Partiya Çepên Kesk de axivî û got, "Em ê di 14'ê Gulanê de dawî li darbe, faşîzm, xerabî, zilm û bêhiqûqiyê bînin. Mohra xwe li binê Partiya Çepên Kesk bidin.” -
Hunermendên Kurd: Ji bo azadiyê deng bidin Partiya Çepên Kesk!
Hunermendên Kurd ên li Ewropayê bal kişandin ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê û gotin: “Em li ser sindoqan faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.” -
Hilbijartinên 14'ê Gulanê: Li Bexda û Hewlêrê rêjeya tevlîbûnê bi du qatî zêde bû
Ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê yên li Tirkiyeyê, dengdana li Iraqê û Başûrê Kurdistanê bi dawî bû. Rêjeya tevlîbûnê jî li gorî sala 2018'an bi du qatî zêde bû. -
Dengdana li Swîsreyê bi dawî bû
Ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengdana li Swîsreyê bi dawî bû. Ji sedî 56,74’ê hilbijêran çûn ser sindoqan. -
'Em ê operasyona herî mezin di 14'ê Gulanê de li wan bikin'
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk anî ziman ku polîtîkayên destgîrkirin û girtinê yên li hemberî Kurdan têne kirin, hêrsa gel zêde kirine û got, "Operasyona herî mezin em ê di 14'ê Gulanê de li wan bikin, em ê wan ji kokê rakin." -
RJAK’ê jî piştgirî da Partiya Çepên Kesk
Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo piştgiriya Partiya Çepên Kesk peyamek weşand. -
Esnafên Wanê jî dibêjin 8-0
Esnafên Wanê ji bo hesabpirsîna ji krîza aborî, li benda 14’ê Gulanê ne. Esnaf wiha dibêjin: “Li Wanê wê bibe 8-0.” -
Karkerên Înşaetê wê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
Karkerên Înşaetê ragihandin ku ew piştgiriyê didin Partiya Çepên Kesk û pê piştrast in ku li meclîsê wê bibe dengê wan. -
Kiye: Ji bo Kurdî bibe zimanê fermî ez ê kar bikim
Ji namzetên parlamenteriyê yên Wanê Havîn Kiye ya ji Partiya Çepên Kesk, ji bo bidawîkirina zilma li ser gelê Kurd, azadiya girtiyan û şikandina tecrîdê bang li her kesî kir ku dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk. -
Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di mîtînga Manîsayê de axivî û got: “Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji xistina faşîzmê re.” -
Li Bursayê bi yekdengî: Ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê ‘Dîsa em!’
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar di mîtînga Bursayê de axivî û got: “Deklerasyona ku Abdullah Ocalan şandiye hê jî bi me re ye. Ev deklerasyon dikare bê pêkanîn. -
Ahmet Turk li Dîlokê bang kir: Em ê pêşerojê bi gelan re ava bikin
Ahmet Turk ku li Dîlokê xîtabî bi hezaran kesî kir û diyar kir ku zilma ku li hemberî gelê Kurd tê kirin, wê di 14’ê Gulanê de bi dawî bibe. -
Mîtînga Partiya Çepên Kesk: Çîroka Erdogan wê li Sêrtê biqede
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di mîtînga Sêrtê de axivî û got: “20 sal berê çîroka Erdogan li vir dest pê kir. Piştî 20 salan ev der bi birçîbûnê re rû bir û hişt. Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede.” -
Hunermendên TEV-ÇAND’ê piştgirî dan Partiya Çepên Kesk
Hunermendên TEV-ÇAND a li Ewropayê ji bo hilbijartinên ku wê 14’ê Gulanê bên lidarxistin, piştgirî dan Partiya Çepên Kesk. -
Partiya Çepên Kesk li Erdemîtê bi gel re civiya
Partiya Çepên Kesk li navçeya Edremît a Balikesîrê bi gel re civiya. Bi sedan kes beşdarî hevdîtinê bûn. -
Polîsan êrîş bir ser mîtînga jinan a Kadikoyê: 4 jin hatin destgîrkirin
Mitînga Partiya Çepên Kesk a li Parka Yogûrtçû ya li Kadikoyê bi coş bi dawî bû. Polîsan bi hinceta rengên kesk û sor û zer ên jinan li xwe kirin, 4 jin bi lêdanê destgîrkirin. -
Li Şirnexê mîtînga Partiya Çepên Kesk: Em ê bersiva pêwîst bidin!
Bi hezaran kes beşdarî mîtînga Partiya Çepên Kesk a Şirnexê bûn. Namzetan bang kir ku li hemberî zext, gef û tecrîdê li ser sindoqan bersiva pêwîst bê dayîn. -
Mîtînga jinan a Partiya Çepên Kesk: Jinan wê rejîma yekzilamî bişînin!
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar di mitînga Partiya Çepên Kesk de axivî û wiha got: “Rejîma yekzilamî ji bo çûnê amade nîne, lê jin ji bo têkbirina wan amade ne. Em li vir in wê bi hev re biguherînin.” -
Li Êlihê bi deh hezaran kes di mîtînga Çepên Kesk de hatin ba hev
Li Êlihê bi deh hezaran kes tevlî mîtînga Partiya Çepên Kesk bûn. Namzetê parlamenteriyê Keskîn Bayindir got: “Em ê dawî li Tifaqa Torosên Spî bînin.” -
Dengdana li derveyî welat dewam dike
Di roja dawî ya dengdayînê ya li derveyî welat de, xebatên ji bo Partiya Çepên Kesk bi xurtî dewam dikin. -
'Di vê hilbijartinê de parêzvanên azadiyê wê bi ser bikevin'
Hevberdevkên Maseya Îslamê ya HDP'ê li Meletiyê serdana namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk kirin. Emîn Ay got, "Ev hilbijartin wê bibe parêzvan û alîgirên azadî, edalet û maf." -
Kerem Firtina bang li hilbijêrên li Îngilistanê kir
Namzetê parlamenteriyê yê herêma 3'emîn a Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk Kerem Firtina bang li hilbijêrên li Îngilistanê kir ku ji bo welatekî 'ronahî' mohra xwe li binê logoya darê bixin. -
Ji bo hilbijêrên li Swêdê banga dengdanê hate kirin
Siyasetmedar û nûnerên saziyên demokratîk ên li Swêdê diyar kirin ku ji bo têkbirina dîktatoriya Erdogan derfeteke gelekî girîng bi dest ketiye û bang li hilbijêran kirin ku teqez dengê xwe bi kar bînin.