HILBIJARTIN 2023
Hemû Nûçe
-
Pirsûsî çûn serdana Ferît Şenyaşar
Xelkê Pirsûsê ku hat Partiya Çepên Kesk û serdan li namzedê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar kir, got: “Malbata Şenyaşaran, rûmeta me ye.” -
Namzedên Çepên Kesk ên Colemêrgê: Serkeftin wê bibe ya me
Namzedên Partiya Çepên Kesk ku li Colemêrgê di mîtîngê de axivîn, got: “Em ê van hilbijartinan bi serkeftinê tacîdar bikin, tecrîdê bişikînin.” -
‘Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk’
300 rewşenbîr, hunermend, nivîskar û akademîsyenan ji bo hilbijartinên parlementeriyê piştgiriya xwe ya ji bo Partiya Çepên Kesk û ji bo hilbijartinên Serokkomariyê jî piştgiriya xwe ya ji bo Kemal Kiliçdaroglû eşkere kirin. -
Mîtînga Nisêbînê: Dawî wê bi heybet be, pîvan Zap e
Partiya Çepên Kesk li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê mîtîngek girseyî li dar xist. Li qada mîtîngê ciwanan pankarta “Dawî wê bi heybet be” û “Pîvan Zap e” hildan û peyama xwe ya 14’ê Gulanê dan. -
Li Çewligê civîna gel: Yekane rê Partiya Çepên Kesk e
Rêxistina Partiya Çepên Kesk li Çewligê li ber avahiya HDP’ê civîna gel li dar xist. Di civînê gel de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin. -
Newroz Ûysal: Heta Abdullah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin - HATE NÛKIRIN
Partiya Çepên Kesk li navçeya Cizîrê mîtînga hilbijartinê li dar dixe û bi hezaran kes tev li bûn. Namzeta Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Newroz Ûysal diyar kir ku heta deriyên Îmraliyê vebin û Abdullah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin. -
Ji Partiya Çepên Kesk ji bo hilbijêrên li bajarên din bang hate kirin
Partiya Çepên Kesk, bang li hilbijêrên ku dengên wan li bajarên din e kir û diyar kir ku wê serlêdan heta 10’ê Gulanê nîvê şevê berdewam bikin. -
Partiya Keskan a Ewropayê: Werin em di tûra yekem de biqedînin!
Partiya Keskan a Ewropayê ku ji dehan welatan 36 partiyên hawirdorparêz di nav de cih digire, êrîşên li dijî Partiya Çepên Kesk bi tundî şermezar kir û banga "Werin em vê hilbijartinê di tûra yekemîn de biqedînin" kir. -
Bûldan: Dem dema têkbirina faşîzmê ye, ne rûniştina li malê ye
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li mîtînga li Îdirê axivî û got, "Dem ne dema xeyid û rûniştina li malê ye. Dem dema têkbirina faşîzmê ye. Kes nikare Çepên Kesk rawestîne." -
Siyasetmedar û rewşenbîrên Çewligî ji bo piştgiriya Çepên Kesk banga piştgiriyê kirin
Siyasetmedar, ronakbîr, hunermend û alimên olê yên ji Çewligê yên li Ewropayê dijîn ji bo xwedîlêderketina Partiya Çepên Kesk bang kirin. -
Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ya Partiya Çepên Kesk: Tifaqa qirêj wê têk biçe
Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ya Partiya Çepên Kesk diyar kir ku hikûmeta ku li welat û derveyî welat serî li provokasyonan û êrîşan da, wê tu encamê bi dest nexe. -
Serokê CÎK’ê Tûrhalli: Divê her kes li dijî zilmê dengê xwe bide
Serokê CÎK’ê Hafiz Ahmet Tûrhalli anî ziman ku, li dijî neheqiyê divê her kes di 14’ê Gulanê de biherike sindoqan û got, “Dengê xwe ji bo başiyê û aramiyê bikar bînin û li dijî van nebaşan bisekinin.” -
Şivan Perwer: Dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
Hunermendê Kurd Şivan Perwer ji Partiya Çepên Kesk re deng xwest û got ku li dijî desthilatdariya yek şexsî ji bo paşerojeke demokratîk û azad, dengê xwe bidin partiya xwe. -
Pûsûlayên dengan ji herêman re hatin şandin
Pûsûlayên dengdanê yên ji bo hilbijartina serokkomarî û parlementeriyê ji herêman re hate şandin. -
Ne wekîl, lê hevrêya ciwanan
Dersim Dag di hilbijartinên 2018'an de dema ji HDP'ê weke wekîla herî ciwan hate hilbijartin 22 salî bû. Dersim Dag ji gel re qala Partiya Çepên Kesk dike. -
Kartal: Divê gelê Serhedê AKP'ê têk bibe
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bang li gelê Kurd kir ku di 14'ê Gulanê de tevlî dengdanê bibin û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. -
Gunayê banga dawîn li hilbijêrên li Ewropayê kir
Parlamentera HDP’ê Ebrû Gunay, ji ber ku li Elmanya, Awûstûrya, Fransa, Danîmarka û Luksembûrgê roja dawîn a dengdayînê ye, bang kir ku her kes biçe, dengê xwe bide. -
Partiya Çepên Kesk li Hatayê bi gel re hat ba hev
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar ku li Dortyolê bang li gel kir, xafiliya desthilatê ya di erdhejê de bi bîr xist û soza avakirina ji nû ve da. -
‘Ji bo pêşerojeke azad, dengê min ji Partiya Çepên Kesk re ye’
246 kesên akademîsyen, hiqûqnas, hunermend, rojnamevan, nivîskar û mafparêz, got: “Ji bo jiyaneke birûmet û pêşerojeke azad, dengê min ji Partiya Çepên Kesk re ye.” -
Mîtînga Rihayê: Kesên ku ji bo tecrîdê deng dernaxînin, bila neyên Kurdistanê
Bi dehhezaran kes di mitînga Partiya Çepên Kesk a Rihayê de hatin ba hev û daxwazên xwe qêriyan. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku kesên ku ji bo tecrîdê deng dernaxînin, bila neyên Kurdistanê. -
Partiya Çepên Kesk li Osmaniyeyê bi gel re li hev civiya
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku bi gelê Osmaniyeyê re li hev civiya, got: ‘’Gurmegurma Partiya Çepên Kesk e, ji Osmaniyeyê tê. Tu astengî nîn e li ber me.’’ -
Ferhat Tûnç: Partiya Çepên Kesk wê bi xwe re biharê bîne
Hunermend Ferhat Tûnç, got: ‘’Em Partiya Çepên Kesk bi awayekê xurt bişînin meclisê, Kemal Kiliçdaroglû bikin serokkomarê nû yê welêt.’’ -
OSCE'yê bertek nîşanî Enqereyê da
Enqere pêşiya du çavdêrên ku ji bo şopandina hilbijartinên 14’ê Gulanê hatibûn erkdarkirin, girt. Rêxistina Hevkarî û Geşedana Aborî (OSCE) bertek nîşanî vê yekê da. -
Ji sedî 50’yê hilbijêrên li Brîtanyayê dengê xwe da
Dengdayîn li Brîtanyayê bi dawî bû, ji sedî 50’yê hilbijêrên li welêt dengê xwe da. -
Mîtînga li Golanê: Em ê dawî li vê serdema tarî bînin
Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan li navçeya Golanê di mîtîngê de got, "Piştî 6 rojan dawî li vê serdema tarî tê. Wêrekî belav dibe, em ê wêrekiyê li nava xwe belav bikin."