HILBIJARTIN 2023
Parlamenterê Êlihê yê Partiya Çepên Kesk Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku pêvajoya rexnekirin û rexnedayinê wê bi beşdariya gel dewam bike û got, "Bêguman em ê têkoşînê mezin bikin."
Di tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê de ku bi binpêkirina pîvanên hilbijartinê derbas bû, li gorî daneyên Desteya Hilbijartinê ya Bilind Tayyîp Erdogan bû serokkomar.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk gotin “Divê gelê Kurd peyameke xurt bide kesên ku zilmê lê dikin. Heke em neçin ser sindoqan wê faşîst bi ser bikevin.”
Parlementera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ji bo hilbijêrên Kurd serkeftineke mezin e û got, “Divê her hilbijrêk me dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, li navçeya Sûr a Amedê, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî li bajarokê Gundikêmelê yê Şirnexê û bang li hilbijêran û dikandaran kirin ku di 28'ê Gulanê de dengên xwe bidin.
Hemû Nûçe
-
Baydemîr bang li xelkê Amed û Rihayê kir
Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê bang li xelkê Amed û Rihayê kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û got, "Em ê serdema Brahîmiyan bidin destpêkirin."
-
-
-
-
Demîr: Rewşeke neyînî biqewime em ê dest lê werdin
Ji parêzerên Baroya Wanê Cemal Demîr anî ziman ku desthilatdarî di mijara ewlekariya hilbijartinê de guh nade pêşniyarên OSCE'yê û got, "Li hemberî rewşeke neyînî ya gengaz em ê destwerdana hiqûqî bikin."
-
Kordû: Em ê pirsgirêkên Dersimê çareser bikin
Namzeta parlamenteriyê ya Dersimê ya Partiya Çepên Kesk Ayten Kordû diyar kir ku wê ji bo pirsgirêkên xweser ên Dersimê têkoşînê mezin bikin û got, "Her mirovekî me wezîfedarekî li ber sindoqan e. Divê her kes xwedî lê derkevin."
-
-
-
Sancar: Serkefin nêzîk e, teqez em ê bi ser bikevin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di mîtînga li Enqereyê de axivî û got:"Dîsa em, dîsa azadî, dîsa serkeftin. Em tên, em ji bo bo demokrasî, aştî û edaletê li bin dara Partiya Çepên Kesk li hev kom dibin, serkefin nêzîk e, teqez em ê bi ser bikevin."
-
-
-
‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’
Partiya Çepên Kesk, li Şemzînanê û Geverê bi hezaran kesan re li hev civiya. Di civînê de bertek nîşanê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hat nîşandan û wiha hat gotin: “Hûn nikarin roja me tarî bikin.”
-
-
-
-
-
-
-
Saritaş: Xelkê Sêrtê guherînê dixwaze
Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş diyar kir ku divê desthilatdarî bê guhertin û got: “Xelkê Sêrtê teqez guherînê dixwaze.”
-
Bakirhan: Divê êdî Tirkiyeyeke nû bê avakirin
Namzetê parlamenteriyê yê Sêrtê Tûncer Bakirhan ê ji Partiya Çepên Kesk bang li her kesî kir ku di 14'ê Gulanê de dengê xwe bi kar bînin û got, "Bi rastî jî dem hatiye ku Tirkiyeyeke nû bê avakirin."
-
Tûncel: Partiya Çepên Kesk wê bibe pêşengê guherînê
Siyasetmedara Kurd Sebahat Tûncel a dîlgirtî diyar kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê wê bibe finsendek dîrokî û destpêkek nû û got: “Partiya Çepên Kesk wê bibe pêşengê guherînê. Teqez em biçin ser sindoqan û hesab bipirsin.”
-
-
Yîgît: Em ê li Wanê sindoqan ewle bikin
Berdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya Wanê ya Partiya Çepên Kesk Oner Yîgît diyar kir ku li Wanê ji bo 2 hezar û 294 sindoqan dixebitin, muşahîd jî di nav de bi 5 hezar û 800 wezîfedarên sindoqan wê ewlehiya sindoqan bi temamî pêk bînin.
-
-
Temel: Dengdana ji bo Çepên Kesk berpirsyariyeke dîrokî ye
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Tayîp Temel diyar kir ku parastina sindoqan û dengdana ji bo Çepên Kesk li dijî faşîzmê berpirsyariyeke dîrokî ye û got, "Divê di şeva 14'ê Gulanê de bala gelê me li ser daxuyaniyên navenda me ya giştî be."