HILBIJARTIN 2023
Hemû Nûçe
-
‘Ji bo pêşeroja xwe em piştgiriyê didin Çepên Kesk’
Ciwanên ku di civîna Partiya Çepên Kesk de ya li Haciahmet a Stenbolê hatin ba hev, diyar kirin ku wê ji bo pêşeroja gel, jinan û ciwanan piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk. -
Ji Stenbolê 5 hezar hilbijêr bi rê ketin
Rêxistina Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk 5 hezar hilbijêrên bi tevger ji bo bikaranîna dengan ber bi bajarê wan ve şand. -
Onder bang kir: Deng bidin û sindoqan biparêzin
Ji namzetên Partiya Çepên Kesk Sirri Sureyya Onder got, "Bang li her kesî dikim ku dengê xwe bi kar bînin û sindoqan biparêzin. Em ê di êvara 14'ê Gulanê de bibînin ku keda me belasebep nîne." -
Li Rihayê îdîa û biryardariya Partiya Çepên Kesk gelekî zêde ye
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê diyar kirin ku, li bajêr destekeke mezin girtine û bal kişandin ser girîngiya ewlehiya sindoqan. -
‘Bila gelê me bi rehetî biçin ser sindoqan, em ê xwedî li vîna wan derkevin’
Endamê Şaxa OHD'ê ya Wanê Cahît Ertan bang li gelê Wanê kir ku biçin ser sindoqan û got, "Gelê me bi rehetî dikare dengê xwe bide, em ê sindoqan biparêzin û xwedî li vîna gelê xwe derkevin, bila gumana kes ji vê yekê nebe.” -
AKP derewan li Semsûriyan dike
Li Semsûrê ku di erdhejê de bi rojan mudaxele lê nehat kirin, AKP hewl dide pêşî li windakirina hilbijêrên xwe bigire û propaganda ‘Walî dereng agahî da, ji xwe ew jî ji vir hat girtin’ dike. -
Hasan Cemal: Deng bidin, xwedî li sindoqê derkevin
Ji namzetên Partiya Çepên Kesk Hasan Cemal got, "Hûn ê vê Yekşemê dîrokê binivîsînin. Deng bidin, xwedî li sindoqê derkevin." -
YSK wê encamên nemisoger roja hilbijartinê eşkere bike
Serokê YSK'ê Ahmet Yener ragihand ku encamên nemisoger ên hilbijartinên 14'ê Gulanê wê heman rojê eşkere bikin. -
Gelê Wanê wê xwedî li sindoqan derkeve
Partiya Çepên Kesk da zanîn ku ji bo ewlehiya hilbijartinê li Wanê amadekariyên pêwîst kirine û got ku gel wê xwedî li sindoqan derkeve. -
Çepên Kesk li Wanê ji mîtînga fînalê re amade ye
Li Wanê Partiya Çepên Kesk di xebatên xwe yên hilbijartinê de nêzî dawiyê dibin û ji bo mîtînga fînalê ya mezin ku 18’ê Gulanê bê kirin, amade ye. -
Aslan: Ev desthilatdarî wê têk biçe, di dema nû de bi Kurdan re tevbigerin
Ji namzetên Partiya Çepên Kesk George Aslan anî ziman ku desthilatdarî wê di 14'ê Gulanê de têk biçe û ragihand ku wê li Meclîsê bibe dengê Suryaniyan. -
Ciwanên Partiya Çepên Kesk li Stenbolê şahî lidar xistin
Meclisa Ciwanan a Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk li Stenbolê şahiyek lidar xist. Di şahiyê de biryardariya ji bo serketinê ya di hilbijartinê de hate nîşandan. -
'Ev kar wê di tûra destpêkê de biqede'
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Edeneyê di mîtînga Partiya Çepên Kesk de axivî û got, "Ev kar wê di tûra destpêkê de biqede, wê ji tûra duyemîn re nemîne." -
Alp: Li Qersê em ê bi jinan bi ser bikevin
Namzeta parlamenteriyê ya Qersê Gulcan Alp a ji Partiya Çepên Kesk, diyar kir ku ew li Qersê li gel jinan karê hilbijartinê dikin û wê bi jinan bi ser bikevin. -
Demîr: 100 wekîl ne xeyal e, em karin bi dest bixin
Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr ku tevlî karê hilbijartinê yê Partiya Çepên Kesk bûye, destnîşan kir ku armanca wan a ji bo wergirtina 100 wekîlî pêkan e û li qadê jî ev yek diyar e. -
Bûldan: Dê Partiya Çepên Kesk bi temsîliyeteke xurt biçe meclîsê
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di mîtînga Edeneyê de axivî û got: “Hindik ma. Dê biguhere, em ê biguherînin. Em ê wan di tûra ewil de bişînin. Di tûra ewil de dê Partiya Çepên Kesk bi temsîliyeteke xurt biçe meclîsê.” -
Dengên li derveyî welêt anîn Tirkiyeyê
Dengên 1 milyon û 691 û 531 hilbijêrên li derveyî welêt, anîn Tirkiyeyê. -
Bakirhan: Li Sêrtê ne AKP, walî û qeymeqam xebatên hilbijartinê bi rê ve dibin
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Tûncer Bakirhan bal kişand ser walî û qeymeqamên ku xebatên hilbijartinê yên AKP’ê bi rê ve dibin û got, “Em ê piştî 15’ê mehê şunde ji Waliyê Sêrtê re bêjin ‘tu serokê AKP’ê yê bajêrî an Waliyê Sêrtê yî?'." -
Li mîtînga Mersînê dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bilind bû
Bi hezaran kesên ku beşdarî mîtînga Mersînê ya Partiya Çepên Kesk bûn, bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û gelek caran dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin. -
Muharrem Înce xwe ji namzetiyê vekişand
Serokê Giştî yê Partiya Memleketê Muharrem Înce ragihand ku ew xwe ji namzetiya serokkomariyê vedikişîne. -
Li Agiriyê bi deh hezaran kes tevlî mîtînga Partiya Çepên Kesk bûn
Partiya Çepên Kesk li Agiriyê bi tevlêbûna bi deh hezaran kesan mîtîngek li dar xist. Di mîtîngê de hate diyarkirin wê Partiya Çepên Kesk her çar parlementeriyan bi dest bixe. -
Dengê xwe bi vî rengî bi kar bînin!
Partiya Çepên Kesk li ser rê û rêbaza bikaranîna dengan a ji bo 14'ê Gulanê dîmenek amade kir. -
'Me li dijî hîleyan tedbîr girtine, daxuyaniyên partiya me esas bigirin'
Navenda Şopandin û Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê got, "Li dijî hîleyên ku di hilbijartinê de derên, me hemû tedbîr girtine. Divê gelê me jî hevrêyên me yên wezîfedar û muşahîd ên hatine erkdar kirin bi tenê nehêlin.” -
Li Lyonê êrîşa nijadperestê ya li dijî hilbijêrên Partiya Çepên Kesk: 4 birîndar
Li bajarê Lyon ê Fransayê, komên nijadperest ên AKP-MHP'î êrîş birin ser hilbijêrên Partiya Çepên Kesk. Di encamê de 4 Kurd birîndar bûn. Tirkek jî hate destgîrkirin. -
Konûkçû: Di serdema nû de rola Partiya Çepên Kesk diyarker e
Yek ji namzeta Partiya Çepên Kesk Kezban Konûkçû got “Di serdema nû de wê Partiya Çepên Kesk bibe navnîşana guherîn û veguherînê. Di serdema nû de li hemberî faşîzmê wê rola me diyarker be.”