HILBIJARTIN 2023
Hemû Nûçe
-
Heyetên navneteweyî wê hilbijartinê bişopînin
Hilbijartinên giştî yên li Tirkiyeyê wê ji aliyê heyetên fermî û serbixwe yên navneteweyî ve jî bêne şopandin. -
Li Baselê çalakiya piştgiriya bi Partiya Çepên Kesk re
Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu li Baselê di çalakiyekê de got, "Divê em ji her tiştî re amade bin. Kî bibe desthilatdar têkoşîna me ya ji bo maf wê dewam bike. Em neçar in ku têkoşînê hîn xurt bikin." -
Hilbijartina sedsalê îro ye
Hilbijartina ku piştî rejîma AKP'ê ya 21 salî weke firsenda destpêkirina serdemeke nû tê pênasekirin, îro ye. Li Tirkiyeyê wê nêzî 61 milyon hilbijêr ji bo diyarkirina serokkomar û endamên meclîsê dengê xwe bi kar bînin. -
Avci: Bila xelkê me yê Wanê cihên sindoqan neterikînin
Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayînê şûna wî hat kirin, bang li Waniyan kir ku sibehê eseh biçin, dengê xwe bidin û ev hişyarî kir: ‘’Bila xelkê me cihên sindoqan û hewşên dibîstanan neterikînin, bila mişahid girteka encama sindoqan bigirin.’’ -
Mîtînga Amedê: Sibehê roja dawîn a faşîzma AKP-MHP’ê ye!
Di axaftinên de ku li mîtînga Amedê hatin kirin, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û hat destnîşankirin ku sibehê roja dawîn a faşîzma AKP-MHP’ê ye. -
Mîtînga Yenîkapiyê: Em ê sibê faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin
Di mitînga fînalê ya Partiya Çepên Kesk a li Qada Yenîkapi ya Stenbolê de hat diyarkirin ku wê sibê faşîzma AKP-MHP’ê têk biçe û banga parastina sindoqan hat kirin. -
Bûldan: Wê gelê me sibê dîrokê binivise, dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di mîtînga Wanê de axivî û got “Hûn ê sibê dîrokê binivîsin. Wê Partiya Çepên Kesk bi milyonan were.” -
Namzetên Çepên Kesk: Ji bo gelê Kurd û Tirkiyeyê ev hilbijartineke dîrokî ye
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk diyar kirin ku ev hilbijartin ji bo gelê Kurd û Tirkiyeyê dîrokî ye û banga parastina sindoqan kirin. -
Gelê Amedê bi girseyî diçe mîtîngê: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
Bi deh hezaran kes ber bi mîtînga Partiya Çepên Kesk a li Amedê ve diherikin. Li qada mîtîngê peyamên berxwedanê hatin dayîn. -
Dogan: Ji bo siberoja azad em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
Yek ji namzeta Partiya Çepên Kesk Ayşegul Dogan got “Ji bo azadiya jinan, li hemberî pirsgirêkên ku ekonomiya şer ava kiriye û li hemberî bêkariyê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.” -
Hejmara kesên tevlî mîtînga li Wanê bûne, sed hezar derbas kir
Partiya Çepên Kesk a niha li Wanê mîtîngê li dar dixe. Hejmara kesên tevlî mîtîngê bûne sed hezar kes derbas kir. Gel sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, jiyan û azadî’ berz dike. -
Namzetên Partiya Çepên Kesk a Wanê ji bo dengdayîn û parastina sindoqan bang kirin
Namzetên Partiya Çepên Kesk a Wanê bang li her kesî kirin ku dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin û gotin, "Ev desthilatdarî wê têk biçe. Em hêrsa xwe li ser sindoqan nîşanî desthilatdariyê bidin." -
Partiya Çepên Kesk wê li Agirî û Îdirê bi hêza jinan re bi ser bikeve
Partiya Çepên Kesk armanc dike li Agirî û Îdirê bi hêza jinê û bi ferqeke mezin bi ser bikeve. Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Medîne Efe bang li gel kir ku biçin ser sindoqan. -
Erdal: Ji bo jiyana jinan dengê xwe bidin Çepên Kesk
Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Çepên Kesk Asya Erdal bang li her kesê kir ku ji bo jiyana azad û kedê ya jinan dengê xwe bidin Çepên Kesk. -
Hûn: Heta ku hilbijartin dawî bibin, sindoqan biparêzin
Namzetê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê Yilmaz Hûn diyar kir ku divê her kesên li ser sindoqan erkdar an jî ne erkdar biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin û got, “Heta ku hilbijartin dawî bibin, sindoqan biparêzin.” -
Ozkan Yorgûn: Ji bo edaletê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Enqereyê Ozkan Yorgûn bang li gelan hemûyan kir ku ji bo aştî, edalet û wekheviyê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. -
'Gotina dawî em ê bibêjin’
Hevşaredara HDP'ê ya Elbakê Şengul Polat û Hevşaredarê Artemêtanê Medenî Ozer gotin, "Di 14'ê Gulanê de gotina dawî em ê bibêjin.” -
Ji bo avakirina demokrasiyê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
Hevserokê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Mustafa Karabudak diyar kir ku ew ê Elewî di hilbijartina 14'ê Gulanê de piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk. -
Sarisaç: Em ê bi hev re biguherînin, em ê bi hev re bi ser bikevin
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Dîlokê Mûrat Sarisaç diyar kir ku hilbijartinên 14'ê Gulanê wê sedsala Tirkiyeyê diyar bike û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk. -
Kavak: Em ketina hewila mezinkirina darê
Yek ji namzetên ciwan a Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Yagmûr Kavak diyar kir ku ew li hemberî “Tifaqa Talîbanê” têkoşînê di binê darê de didomînin û hewl didin darê mezin bikin. -
Keskên Ewropayê: Tirkiyeya demokratîk pêkan e
Partiya Keskan a Ewropayê piştevaniya xwe ji bo kesên li Tirkiyeyê guhertina demokratîk dixwazin, anî ziman û bang li mekamên Tirkiyeyê kir ku destwerdanê li pêvajoya hilbijartinê nekin ku hilbijartinan bi awayekî azad û wekhev bi rê ve biçe. -
Li Îzmîrê mîtînga fînalê: Me soz daye Denîz Poyrazê, em ê hesab bipirsin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ku di mîtînga fînalê ya Îzmîrê ya Partiya Çepên Kesk de axivî, got: "Em tên, em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin." -
Wan ji mîtînga dawîn re amade ye
Partiya Çepên Kesk, wê mîtînga xwe ya dawîn li Wanê li dar bixe. Banga tevlêbûyînê li gel hat kirin. -
Bi hezaran kes li deriyê sînor tên sekinandin, mafê hilbijartinê tê desteserkirin
Welatî û TIR’ên ku diçin Başûrê Kurdistanê û Iraqê bazirganiyê û barkêşiyê dikin, bi hinceta hilbijartinên 14’ê Gulanê li deriyê sînor tên rawestandin. -
Li Panos, Erdexan û Amedê coşa Çepên Kesk didome
Partiya Çepên Kesk li Panos, Erdexan û Amedê coşa xwe didomîne.