HILBIJARTIN 2023
Hemû Nûçe
-
Li Swîsreyê li gorî roja pêşîn tevlêbûn zêde bû
Li Swîsreyê di roja ewil de 18 hezar û 894 hilbijêran li ser 31 sindoqan dengê xwe dan. -
Baydemîr: Li dijî şerxwazan em biçin ser sindoqan
Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr bang li hilbijêrên derveyî welat kir û xwest her kes biçe ser sindoqan û li dijî zordestiyê bila dengê xwe bidin. -
Li Melboûrnê eleqeyeke mezin ji bo dengdanê heye
Li Melboûrnê ji bo dengdanê sindoq hatin danîn. Ji serê siharê ve gel ji bo dengê xwe bidin li hêviya dora xwe man. -
Gel li Îtalyayê diçe dengê xwe dide
Tûra yekemîn li Îtalyayê, Kiliçdaroglû ji sedî 73,85 deng girtin. Ji bo Kemal Kiliçdaroglû tûra duduyan ji sedî 80’yê dengan bigire, gel diçe dengê xwe dide. -
Hilbijêrên li Brîtanyayê: Em ê derseke dîrokî bidin dîktator
Li London, Manchester, Leîcester û Edînburgh ku bajarên Brîtanyayê ne, xelk ji bo tûra duduyan a hilbijartinê cardin çû dengê xwe da. -
Koordînasyona Hilbijartinê ya Berlînê: Em mal bi mal bigerin!
Li Berlînê dengdana ji bo hilbijartinên serokkomariyê dest pê kir. Koordînasyona Hilbijartinê bang li gel kir û got, "Em mal bi mal bigerin û hemû welatiyên xwe bibin ser sindoqan.” -
Dengdayîna li derveyî welat dest pê kir: Çepên Kesk bang li her kes kir ku biçin ser sindoqan
Li derveyî welat û gumrikan ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê dengdayînê dest pê kir. Partiya Çepên Kesk bang li gel kir ku biçin ser sindoqan. -
Li Dûîsbûrgê xebatên tûra duyemîn berdewam dike
Platforma Hilbijartinê ya Tifaqa Ked û Azadiyê ya Dûîsbûrgê ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê xebatên xwe didomîne. -
Encamên eseh ên tûra yekemîn eşkere bûn
YSK’ê, encamên eseh ên tûra yekemîn ên hilbijartina Serokkomariyê eşkere kirin. -
Şahîn: Di 28’ê Gulanê de em ê bersiveke xurt bidin
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Amedê Abbas Şahîn, diyar kir ku biryarên wan ên 14'ê Gulanê di 28'ê Gulanê de jî derbasdar in û got “Em ê dengê xwe bidin Kiliçdaroglû û bi vî awayî bersiveke tundtir bidin desthilatdariya faşîst.” -
Koordînasyona Hilbijartinê ya Baden Wurttemberg û Bayernê li hev civiya
Koordînasyona Hilbijartinê ku ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê li hev civiyan, ji bo birina gel a li ser sindoqan û ewlehiya sindoqan plansaziyê kirin. -
Polîsên ku rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk derb kirin hatin gilîkirin
Derbarê polîsên ku êşkence li Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Yavûz Kahraman û Hevberdevkê Navçeyê ya Partiya Çepên Kesk Cemal Korkmaz kirin de gilî hate kirin. -
CDK-F’ê bang li hilbijêrên li Fransayê kir ku seferber bibin
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê banga "seferberiyê" kir. -
Çepên Kesk li Stenbolê ji bo 236 sindoq îtîraz kir
Rêxistina Bajar a Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk li dijî 236 sindoqên dengdanê yên li 27 navçeyan ku encamê wê hevnegirtine îtîraz kir. Hat tespîtkirin ku herî kêm 3 hezar û 570 deng li Partiya Çepên Kesk nehatine qeydkirin. -
Heyeta Spanî têkildarî zordariya li wan hate kirin, daxuyanî da
Heyeta ku ji Podemos, Esquerra Republicana, Ebhildu û CUP'ê pêk tê got, "Di 14'ê Gulanê de em bi saetan li midûriyeta polîsan hatin girtin û ji welêt hatin dersînorkirin. Me zext û zordariya polîsên Tirk di cih de tespît kir.” -
KCDK-E: Em ê dîktator Erdogan têk bibin
KCDK-E ragihand ku di tûra yekemîn a hilbijartinên Serokkomariyê yên Tirkiyeyê de hilbijartina Tayyîp Erdogan hatiye astengkirin û got ku armanca wan ew e ku Erdogan di 28'ê Gulanê de têk bibin. -
Hîleyên AKP'ê: Dizî, veguhastin, yekkirin, hilbijêrên nîne...
Desthilatdariya AKP'ê li gel dizîna dengan her wiha hilbijêran vediguhezîne, sindoqên dengdanê dike yek û li adresên nîne, hilbijêran nîşan dide. Bi vî rengî gelek hîleyan di hilbijartinê de dike. -
FEDA: Em bi şev û roj bixebitin, di 28'ê Gulanê de bi ser bikevin
FEDA: Ji bo hilbijartinên Serokkomariyê ku wê 28'ê Gulanê dubare bibe, divê em motîve bibin û bi dirûşma serketinê xwe amade bikin. Bi şev û roj divê em ji bo serketinê bixebitin. -
HDP/Çepên Kesk: Têkbirina rejîmê wê bibe rexnedayina me ya herî mezin
Desteyên Rêveberiya Navendî yên HDP û Partiya Çepên Kesk piştî civîna hevpar ragihandin ku ew bi biryar in di tûra duyemîn de bi desthilatdariyê bidin windakirin û banga 'em bikin destpêkeke nû' ji bo tûra duyemîn kirin. -
TCŞ û TêkoJIN ji bo dengdayinê bang kirin
TCŞ û TêkoJIN ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê banga tevlîbûnê kirin. -
Hîleyên li Mêrdînê eşkere bûn: Dengên Çepên Kesk hatine parvekirin
Mîna li dehan bajaran li Mêrdînê jî di hilbijartinên giştî de eşkere bû ku dengên Partiya Çepên Kesk di nava partiyên cuda de hatine parvekirin. -
Ozturk: Gelê Kurd careke din got demokrasî û edalet!
Hevserokê KCD'ê û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Berdan Ozturk got, li gel astengî û karên ne bi ûsûl jî gelê Kurd di hilbijartinê de rêya sêyemîn hilbijart û careke din got, jiyaneke bi hev re ya bi rûmet, bi edalet, demokratîk û aştiyane. -
Li Brîtanyayê bi dirûşma 'Dîrokê binivîsîne' 20'ê Gulanê dengdan destpê dike
Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê bi bîr xist ku di navbera 20-24'ê Gulanê de wê li London, Manchester, Leicester û Edinbourghê dengdan bê kirin û bang li gel kir ku bi dirûşma 'Dîktatoriyê rawestîne, dîrokê binivîsîne' tevlî dengdanê bibin. -
10 kesên li ber YSK’ê nobet digirt, hatin destgîrkirin
10 kesên li ber avahiya YSK’ê ya li Enqereyê dest bi Nobeta Demokrasiyê kir, hatin destgîrkirin. -
Tîryakî: Em ê daneyên 193 hezar sindoqan kontrol bikin
Hevberdevkê Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê ya HDP’ê Mehmet Ruştu Tîryakî ku tekildarê bêusûliyên hilbijartinê daxuyanî da, diyar kir ku ew ê daneyên 193 hezar sindoqan kontrol bikin, li dengan bibin xwedî.