HILBIJARTIN 2023
Hemû Nûçe
-
Koçyîgît: Armanca me têkbirina Erdogan e
Parlamentera Qersê ya Partiya Çepên Kesk Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku armanca wan a bingehîn têkbirina Erdogan û rejîma şexsekî ye. -
'Mohrek dikare gelek tiştan biguherîne'
Parlamentera Edeneyê ya Partiya Çepên Kesk Tulay Hatîmogûllari bang li hilbijêran kir: "Dengê we gelekî girîng e, her dengek wê çarenûsa welêt diyar bike. Mohrek dikare gelek tiştan biguherîne." -
Dengdana li Swîsreyê bi tevlîbûna di asta rekorê de bi dawî bû
Ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyeyê, dengdana li Swîsreyê şeva Çarşemê bi dawî bû. Li vî welatî di asta rekorê de tevlîbûn li dengdanê çêbû. -
Esengul Demîr: Em bi tevlîbûneke xurt pêşî lê bigirin
Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr bi bîr xist ku zêdeyî 8 milyon hilbijêrî dengê xwe bi kar neanîn û got, civaka ku bend danî ber faşîzmê, ji bo rawestandina wê divê tevlî dengdanê bibe. -
'Em dengê xwe ji bo têkbirina dijminên Kurdan bi kar tînin'
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk anî ziman, manîpulasyonên dijminên Kurdan ên li ser medya dîjîtal ji bo tûra duyemîn a hilbijartinê ne û got, "Divê gelê me zanibe ku ji bo têkbirina dijminê Kurdan wê dengê xwe bide." -
Partiya Çepên Kesk û HDP dê helwesta xwe sibê eşkere bikin
Partiya Çepên Kesk û HDP, piştî civîna xwe ya awarte daxuyaniyeke bi nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tayinkirina qeyûman nayê qebûlkirin û wê helwesta xwe ya dawî ya têkildarî hilbijartinên 28'ê Gulanê sibê eşkere bikin. -
Ahmet Turk: Divê em dersekê bidin hikûmetê
Partiya Çepên Kesk, li navçeyên Mêrdînê roja ewil a hevdîtinên xwe yên bi gel re ku wê du rojan bidomin, bi dawî kir. Siyasetmedar Ahmet Turk, di civînê de axivî û got: "Divê em Kurd dersekê bidin hikûmetê." -
Bûldan: Di 28’ê Gulanê de em bi Erdogan bidin windakirin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got “Erk û berpirsyariya me ya ku di hilbijartina serokkomariyê de em bi Erdogan û AKP’ê bidin windakirin.” -
Rewşenbîr û siyasetmedaran bang kirin: Deng bide, bila biqede ev tarîtî!
Siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û aktîvîstan dest bi kampanya "Deng bide, bila biqede ev tarîtî" kirin û gotin, "Divê em hêza xwe ya guhertinê nîşan bidin." -
Li Swîsreyê roja dawî ya hilbijartinê: Dema têkbirina Erdogan e
Muşahîda sindoqê ya Partiya Çepên Kesk Rabî Baldemîr bi bîr xist ku dengdan wê heta saet 22:00 ê îro dewam bike û got, "Bi dengdanê em ê karibin vê desthilatdariyê têk bibin." -
Nalbant: Em hêviyê nû dikin
Kerem Nalbant ê ji Partiya Çepên Kesk got, "Ji bo nûkirina motîvasyona jiyanê û hêviya paşerojê em dixebitin." -
'Jin wê dawî li rêveberiya şexsekî ya Erdogan bînin'
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dîlokê Sevda Karaca Demîr anî ziman ku tûra duyemîn a 28'ê Gulanê wê mîna referandûmê be û got, "Jin wê bi hilbijartina Kiliçdaroglû dawî li rêveberiya şexsekî ya Erdogan bînin." -
Li Îngilistanê hilbijartin: Teqez ev rejîm wê têk biçe!
Li Îngilistanê ji bo hilbijartinên 28’ê Gulanê gel ber bi sindoqan ve diçe, di 3 rojan de hejmara dengên hatine dayîn 53 hezar derbas kirin. -
Fîdan Ataselîm: Em jin karin vê rêveçûnê bisekinînin
Fîdan Ataselîm anî ziman ku ji bo guhertinê hîn hêzeke girîng heye û bang li jinan kir ku di 28'ê Gulanê de ji bo bidawîkirina pergala şexs dengê xwe bidin. -
Xelkê Wanê dixwaze zêdeyî tûra destpêkê dengan bide
Xelkê Wanê ku xwe ji bo tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê amade dike, dixwaze dengên ji bo Kemal Kiliçdaroglû ji yên tûra destpêkê zêdetir bike. -
Sînan Ogan ragihand ku dê di tûra duduyan de piştgiriya Erdogan bike
Namzetê Tifaqa ATA'yê Sînan Ogan daxuyand ku dê di tûra duduyan a hilbijartinên Serokkomariyê de piştgiriya namzetê Tifaqa Cumhûrê Recep Tayyîp Erdogan bikin. -
Li Berlînê dengdana ji bo tûra duyemîn dewam dike
Li paytexta Elmanya Berlînê tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê di roja 3’emîn de bi tevlîbûnek zêde didome. -
Partiya Çepên Kesk ji bo dengdanê bang kir
Koordînasyona Agahdarkirinê ya Amedê ya Partiya Çepên Kesk ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê banga dengdanê kir. -
Li Swîsreyê tevlîbûna xurt a li hilbijartinê
Li Swîsreyê ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê yên Tirkiyeyê dengdan dewam dike. Tevlîbûneke xurt li vî welatî heye. -
Dayikên Aştiyê: Teqez dengê xwe bidin
Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Wanê bang li gelan bi taybetî jî gelê Kurd kirin ku ji bo zilman li ser Kurdan bi dawî bibe, mirov êdî neyên kuştin; ji bo aştî û edaletê di 28'ê Gulanê de dengê xwe bidin. -
Zahît Mûtlû: Qesr û desthilatdarî li rastiya Îslamê nayên
Hevberdevkê Maseya Îslamê Zahît Mûtlû diyar kir ku tifaqa AKP-MHP'ê bi bikaranîna olê, bi rengekî ku li Îslamê nayê hewl dide gel kontrol bike. -
Li Berlînê eleqe ji bo hilbijartinê gelek e
Li Berlînê ku paytexta Elmanyayê ye, eleqe ji bo tûra duduyan a hilbijartina serokkomariyê gelek e. -
Temellî: Em xurt in, em ê bi ser bikevin
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk a Mûşê Sezaî Temellî bang kir ku her kes 28’ê Gulanê biçe ser sindoqan û got: “Em xurt in, em ê bi ser bikevin.” -
Li Swîsreyê banga çûyîna ser sindoqan hat kirin: Em gotina xwe ya dawî bibêjin
Wezîfedarên sindoqan û hilbijêrên li Cenevreyê ji bo demokrasiyê bang kir ku her kes dengê xwe bide Kiliçdaroglû. -
Li Marsîlyayê gel diçin ser sindoqan
Li Marsîlyayê pêvajoya dengdanê didome. Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Başûrê Fransayê ji aliyekî ve gel dibe ser sindoqan û ji aliyê din ve jî diçe serdana mal, qehwexane û eywanên dawetê.