HILBIJARTIN 2023
Hemû Nûçe
-
YSK'ê encamên dawî yên tûra duyemîn eşkere kir
Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener encamên dawî yên tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê ku di 28'ê Gulanê de hate kirin, eşkere kir. -
Tîryakî: Bêguman em ê têkoşînê mezin bikin
Parlamenterê Êlihê yê Partiya Çepên Kesk Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku pêvajoya rexnekirin û rexnedayinê wê bi beşdariya gel dewam bike û got, "Bêguman em ê têkoşînê mezin bikin." -
OSCE: Şert û merc ne wekhev bûn
Seroka Şandeya Asambleya Parlamenteran a OSCE'yê Farah Karîmî ku hilbijartinên li Tirkiyeyê şopand, têkildarî mijarê axivî. Karîmî got, hilbijartin di nava şert û mercên wekhev de nehate kirin. -
Li Alanyayê provokasyona AKP'iyan a li dijî Kurdan
Li Alanyayê komek ji AKP'iyan çûn ber maleke Kurdan, fîşek berdan derdorê û hewl dan provokasyonê bikin. -
Kurdan careke din ji Erdogan re gotin 'Na'
Di tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê de ku bi binpêkirina pîvanên hilbijartinê derbas bû, li gorî daneyên Desteya Hilbijartinê ya Bilind Tayyîp Erdogan bû serokkomar. -
Zêdeyî 60 milyon hilbijêr di tûra duyemîn de serokkomar hildibijêrin
Tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê yên Tirkiyeyê îro ye. Hilbijartin di navbera şefê hikumeta AKP-MHP a faşîst Recep Tayyîp Erdogan û lîderê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû de tê kirin. -
Dengên li derveyê welat anîn Tirkiyeyê
Dengên tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ku li derveyê welat hatin dayîn, anîn Tirkiyeyê. -
Temellî: Dema guhertinê ye, teqez em biçin dengê xwe bidin
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Sezaî Temellî ku li Stenbolê bi gel re axivî, got: ‘’Niha dema guhertinê ye. Kî ku neçe dengê xwe nede wê bibê şirîkê vê zilm û xerabiyê.’’ -
Bakirhan: Em biçin dengê xwe bidin ku rejîma yekzilamî bikeve
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Tûncer Bakirhan, ji bo ketina rejîma yekzilamî bang li xelkê kir ku biçe dengê xwe bide. -
Çiftyurek: Em biçin ser sindoqan û dawî li rejîma Erdogan bînin
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Sînan Çîftyûrek bang li gelê Kurd kir ku sibe biçin ser sindoqan û dawî li rejîma Erdogan bînin. -
Bûldan û Turk: Wê gelê Kurd peyameke xurt bide zaliman
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk gotin “Divê gelê Kurd peyameke xurt bide kesên ku zilmê lê dikin. Heke em neçin ser sindoqan wê faşîst bi ser bikevin.” -
Hunermendên Kurd ji bo dengdayînê bang kirin
Hunermendên Kurd Hemîd Ûrmiye û Hozan Kawa ji bo têkbirina Erdogan bang li her kesê kirin ku di 28’ê Gulanê de dengê xwe bidin. -
Kaçmaz: Di 28’ê Gulanê de xwedî li sindoqan derbikevin
Parlementera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ji bo hilbijêrên Kurd serkeftineke mezin e û got, “Divê her hilbijrêk me dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin." -
HDP-DBP: Divê her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bidin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, li navçeya Sûr a Amedê, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî li bajarokê Gundikêmelê yê Şirnexê û bang li hilbijêran û dikandaran kirin ku di 28'ê Gulanê de dengên xwe bidin. -
Akin: Em ê nehêlin ku faşîzm bi ser bikeve
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin wiha got: “Em ê nehêlin ku faşîzm bi ser bikeve, em ê ji bo hilweşandina yekzilamî dengê xwe bidin.” -
Bûldan û Turk: Li dijî Erdogan em biçin ser sindoqan
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk bang li gelê Kurd kirin ku di 28’ê Gulanê de li dijî Erdogan biçin ser sindoqan. -
‘Heke dek û dolab neyê kirin wê Kiliçdaroglu bi ser bikeve'
Nivîskarê Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik diyar kir ku ger muxalefet di tûra duyemîn de dakeve qadê û pêşiya dek û dolaban bigire wê Kemal Kiliçdaroglû bi ser bikeve. -
Erçe: Karê me yê destpêkê têkbirina Erdogan e
Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Cûma Erçe diyar kir ku tûra duyemîn veguheriye referandûmê û got, "Karê me yê destpêkê têkbirina Tayyîp Erdogan e, hilweşandina rejîma yek şexsî ye." -
Parlamenterên Çepên Kesk li Stenbolê bi gel re hatin ba hev
Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Stenbolê, ji bo tûra duduyan a hilbijartinên serokkomariyê li gelek navçeyan bi gel re hatin ba hev û serdana komeleyan kirin. -
Jinên Amedî: 28’ê Gulanê em ê rejîma yekzilamî têk bibin!
Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê, bang li hemû jinan, rêxistinên jinan, ciwan, raya demokratîk û hemû pêkhateyên muxalefeta civakî kir ku 28’ê Gulanê rejîma yekzilamî bi paş ve bibin û têkoşînê geş bikin. -
Jinên Maltepeyî: Em biçin dengê xwe bidin û hişmendiya paşverû bişînin!
Jinên Maltepeyî ji bo cara duduyan a hilbijartinên serokkomariyê bang li jinan kir ku ji bo rejîma yekzilamî bişînin, dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû. -
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk: Em biçin ser sindoqan û Erdogan bişînin
Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Di xebatan de wiha hate gotin, “Em biçin ser sindoqan, hevalên xwe îqna bikin û vê desthilatê bişînin.” -
Ji Brîtanyayê ji bo 28’ê Gulanê bang: Em dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin
Li Brîtanyayê gel ji bo tûra 2’yemîn a hilbijartinên Serokkomariyê herikîn ser sindoqan. Xebatkarên Îtîfaqa Ked û Azadiyê ya Brîtanyayê bang li her kesî kirin ku di 28'ê Gulanê de li dijî faşîzma AKP-MHP'ê dengê xwe bidin. -
HDP-Çepên Kesk: Em ê deng bidin, rejîma yek şexsî biguherînin -NÛ BÛ
HDP-Partiya Çepên Kesk got, "Di tûra duyemîn de em ê dengê xwe bidin û rejîma yek şexsî biguherînin." -
Ozturk: Gelê me wê ya pêwîst bike, wê Erdogan têk bibe
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li Wanê axivî û got, "Gelê me wê di hilbijartinên 28'ê Gulanê de li dijî dijminan ya pêwîst bike. Mejiyê Erdogan divê têk biçe."