Zîlan li Parîs û Atînayê hate bibîranîn - HATE NÛKIRIN

Zeynep Kinaci (Zîlan) di salvegera 26’emîn a çalakiya xwe ya fedayî de li Fransa û Yewnanistanê hate bibîranîn.

Zeyneb Kinaci (Zîlan) li dijî zilm û zordariya li dijî gelê Kurd û li dijî komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 30’ê Hezîrana sala 1996’an de li Dersimê çalakiyeke fedayî kir û xwe feda kir. Bi boneya salvegera 26’emîn salvegera şehadeta Zîlan, bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) li navenda Parîs a paytexta Fransa û li banliyoya Grignyê bi çalakiyên ku hatin lidarxistin hat bibîranîn.

Bîranîna ku ji aliyê TJK-F’yê ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li navenda Parîsê hat organîzekirin, saet di 18.30 de bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de ewilî dayika şehîd Bêrîvan Firat û Hevseroka Meclîsa Kurd a Demokratîk a Fransa CDK-F‘yê Xane Akdogan mafê axaftinê girtin.

Firat diyar kir ku hevrê Zîlan bi çalakiya xwe rêya me ronî kir û got: “Weke ku Rêber Apo dibêje, ‘Zîlanê manîfestoyek aşkera kir. Zilan bi çalakî û berxwedana xwe rêbertiya min kir‘. Weke dayika şehîdan, hevrê Zîlan di heman demê de bi çalakiya xwe rêya min ronî kir. Piştî şehadeta Zîlan 2-3 meh şûn de min Şehîd Kemal anî dinyayê. Bi berxwedana xwe şansek da me û bi têkoşîna xwe rêya me ronî kir. Li Kurdistanê û Ewropayê bû navê hezaran zarokan.“

Xane Akdogan jî axivî û wiha got: “Zeynep Kinaci û jinên din ên şehîd ji bo me di cihekî dîrokî de cih digirin. Divê jinên Kurd û ciwanên Kurd xwedî li têkoşîna xwe derkevin.“

Piştî axaftinan sînevîzyona ku li ser têkoşîn Zîlan hatibû amadekirin hate pêşandan.

Bîranîn bi strana “Sê Jinên Azad“ a Şehîd Delîla û dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

Zîlan li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a banliyonên Grîngnyê jî bi merasimekê hate bibîranîn. Di bîranîna ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Çîçek Botan ve hat organîzekirin de helbest hatin xwendin û sînevîzyon hate pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ bi dawî bû.     

ATÎNA

Zeynep Kinaci (Zîlan) di salvegera 26’emîn a çalakiya xwe ya fedayî de li paytexta Yewnanistanê Atînayê hate bibîranîn. Bîranîn ji aliyê Komeleya Çanda Kurdistanê ve Kampa Lavrîo hate lidarxistin. Gelek kes tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyê Zîlan, alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin daliqandin.

Bîranîn bi rêzgirtinê û vêxistina findan dest pê kir. Pişt re sînevîzyona li ser têkoşîna Zîlan hate pêşandan.

Di bîranînê de siyasetmedar Nîlufer Koç axivî û diyar kir ku gelê Kurd li dijî polîtîkayên înkar, îmha û pişaftinê bi bedelên mezin nirxên mezin afirand û got ku Zîlan kedeke mezin daye nirxên hatine afirandin. Koç destnîşan kir ku çalakiya Zîlan derbeyek mezin li faşîzmê xist, li aliyê din ji bo Kurdan têkoşîneke nû da destpêkirin.

Koç anî ziman ku gelê Kurd di serdemek dîrokî de derbas dibe û got: “Divê her cih veguhere qada têkoşînê.“

Bîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana gerîla" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.