Zîlan li Lîmasolê hate bibîranîn

Zeynep Kinaci (Zîlan) di salvegera 26’emîn a çalakiya xwe ya fedayî de li Lîmasolê hate bibîranîn.

Zeyneb Kinaci (Zîlan) li dijî zilm û zordariya li dijî gelê Kurd û li dijî komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 30’ê Hezîrana sala 1996’an de li Dersimê çalakiyeke fedayî kir û xwe feda kir. Bi boneya salvegera 26’emîn salvegera şehadeta Zîlan, bi pêşengiya Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Qibrisê, li Navenda Çanda Kurd a Teofîlos a Lîmasolê meresima bîranînê hate lidarxistin. Qada bîranînê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Zîlan, alên KCK, HPG, YPG, YPJ û PAJK’ê hatin xemilandin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

Di bîranînê de ewilî berdevka Înîsiyatîfa Jinan a Qibrisê Gulistan Akşahîn axivî û bal kişand li ser têkoşîn û çalakiya Zîlan.

Piştre Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê Fatma Dogan, nameya Zîlan a beriya çalakiyê nivîsandî bû xwend.

Piştre siyasetmedar Kamîl Akalîn, qala wextê ku bi Zîlan re xebitiye kir û got: “Hevrê Zîlan, Rêber Apo baş fêm dikir. Di wê demê de jî di sûîqesta li dijî Rêber Apo de fêm kir ku hêzên desthilatdar xwest di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd biqedîne. Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe kêfa dijmin di dilê wan de hişt. Di heman demê de jî rêya serkeftinê ji bo gelê Kurd vekir. Zîlan rêberê gelê xwe ye, evîndara azadiyê û xwendekara gelê xwe bû. Îro sembol û pêşenga berxwedana dîrokî ya li çiyayên Kurdistanê ye."

Bîranîn bi pêşandana sînevîziyona li ser têkoşîna Zîlan bi dawî bû.