Zextên li ser çapemeniya azad kevneşopiya dewletê ye’ – I

Kevneşopî û dîroka Çapemeniya Azad ku bi berdêlên giran, kedeke mezin, hêvî û bendewariyên bêdawî hatiye avakirin, tenê dîroka mecmuaya Kurd nîne. Ev dîrok di heman demê de dîroka berxwedan, afirandina fikr û ramana azad e.

Kevneşopî û dîroka Çapemeniya Azad ku bi berdêlên giran, kedeke mezin, hêvî û bendewariyên bêdawî hatiye avakirin, tenê dîroka mecmuaya Kurd nîne. Ev dîrok di heman demê de dîroka berxwedan, afirandina fikr û ramana azad e. Dîroka bîrdoziya rizgariyê ye. Parçeyekî berxwedan û têkoşîna hebûna gelê Kurd e. Lewre dîroka çapemeniya Kurdî, neynika serboriya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e.

Qedera Çapemeniya Azad bi qedera gelê Kurd, gelên bindest ve girêdayî ye. Ev rastî û heqîqat, ji destpêka weşana rojnameya Kurdistanê heya niha 123 sal in qet neguherî û heta ku gelê Kurd azad bibe jî ev heqîqet dê bidome. Di vir de divê bê aşkerakirin ku, xebatên çapemeniyê, wekî bingeha rewşenbîriya Kurdî ye û ew agirê ku li dor wê hatiye pêxistin, şewqa xwe daye gelek xebatên din. Çapemeniya Azad ji ber vê karakterê xwe yê damezirîndêr, heta niha her tim rastî êriş û zextên giran hatiye. Bi nezereke dîrokî, êrişên li ser çapemeniya azad, di vê çarçoveyê de baştir tên fêmkirin.

ROJNAMEYA KURDISTAN

Rojnameya Kurdistanê 123 sal beriya niha di 22’yê Nîsana 1898’an de li paytexta Misrê Kahîreyê ji aliyê Mîdhat Bedîrxan ve hat derxistin. Rojnameya Kurdistan wek rojnameya yekemîn a Kurdî tê qebûlkirin. Ji ber derxistina roja Rojnameya Kurdistan roja 22’yê nîsanê her sal di nav kurdan de wek ‘Roja Rojnamegeriya Kurdî’ tê pîrozkirin. Piştî vê rojnameyê heta salên 1990’î jî ji ber zext û qedexeyên dagirkerên Kurdistanê, li derveyî welat saziyên çapemeniyê hatine vekirin û rojnamegeriya Kurdî hatiye kirin.

ROJNAMEGERIYA AZAD TIMÎ DI HEDEFA DEWLETÊ DE YE

Li gel qedexe û astengiyan jî di salên 1990’î de li Bakurê Kurdistanê ji hêla sazî û rêxistinên Kurdan ve saziyên çapemeniyê hatine vekirin û heta roja meya îro jî bi berdelên gelek giran rojnamegeriya Kurdî tê kirin.

Ji salên 1990’î heta niha bi her awayî saziyên çapemeniyê yên Kurdan bûne hedefa êrîşên dewletê û bi dehan rojnamegerên Kurd ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin. Bi van bedelên giran îro li Başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê jî rojnamegeriya Kurdî tê kirin.

BI DEHAN SAZIYÊN ÇAPEMENIYÊ HATIN GIRTIN

Li gel ewqas pêşketinan jî saziyên çapemeniya Kurd ku li Bakurê Kurdistanê bi sedan rojnameger gihandine hê jî rastî zext û pêkutiyên dewletê tên. Di encama van zext û pêkutiyên dewletê de herî dawî di navbera salên 2015-2018’an de bi dehan saziyên çapemeniya Kurd hatin girtin û bi salan cezayê girtîgehê li xebatkarên wan hatin birîn.

DÎROKA ZIMAN

Ji ber ku bingeha şoreşa civakî fikr û ramana azad e, lewre hêzên dagirker, faşîst û serwer ewil vê mêjî û bîrdoziyê hedef digirin, êrişî ramana azad dikin. Dîroka çapemeniya Kurdî, her wekî din dîroka xwedîderketina zimanê dayikê, nasname û welat e. Dîroka çapemeniya Kurdî, her wekî din, dîroka rewşenbîriya Kurdî û serencama berxwedaneke domdar e, ku xwe li ber bayê her cure zext û zordestiyê wergirtiye û di riya şopandina heqîqetê de hêjayî pesn û payeyên qedirbilind e. Ji Rojnameya Kurdistanê heta Ozgur Ulke, ji Ozgur Ulkeyê heta îro, ev rastî tu carî neguherî.

KONSEPTA TINEKIRINA FIKRA AZADIYÊ

Li Tirkiyeyê jî di 45 salên dawî de şoreşa azadiyê û çapemeniya azad gav bi gav, mil bi mil bi hev re bi pêş dikeve. Her wiha jî bi hev re rastî heman êrişên tinekirinê tên. Bêguman bombekirina rojnemaya Ozgur Ulkeyê ya 3’ê Kanûna 1994’an di vê çarçoveyê de ne êrişeke musteqîl û lokal e, ne jî mirov dikare bi tena serê xwe wekî êrişeke li hemberî çapemeniyê binirxîne. Di vê êrişê de rasterast fikr û ramana antî-kolonyalîst, kesayetiya azadîxwaz û hewldan, xwedîlêderketine pratîka azadiyê hatiye hedefgirtin. Dema gelê Kurd xwe nas kir, bi daxwaza azadiyê li seranserî Kurdistanê rabû serhildanê hem hebûna wî û hem jî ramana wî rastî êrişên tinekirinê hat. Bombekirina Ozgur Ulkeyê parçeyek ji konsepta tinekirina fikra azadiyê kete dewreyê û bi deh salan e jî ev êriş bênavber hem li ser gelê Kurd û hem jî li ser çapemeniya Kurdî dimeşe.

‘BI ZIMANÊ XWE TÊKOŞÎNÊ GEŞ DIKIN’

Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Ayşe Guney bi bîr xist ku Rojnemageriya Kurdî ya ku bi Rojnameya Kurdistanê dest pê kir 123 sal li dû xwe hişt û got: “Rojnamegeriya Kurdî ya ku bi alfbeya Erebî û li sirgûniyê dest bi weşanê kir îro bi zimanê xwe û li ser axa xwe weşangeriyê dike. Rojnamegeriya Kurd em li dijî polîtîkayên pişaftinê bû amûreke parastina û pêşxistina zimanê Kurdî hem jî di warê ragihandinê di xebatên girîng û bi wate meşand. Ji bo me ne tenê weşangerî di heman deme de li çar parçayê Kurdistanê û diyasporayê parastin û pêşxistina ziman girîng e. Ji ber vê yekê di rojeke wiha girîng û bi wate ya 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî de ez jî roja hemû hevelên xwe yên rojnameger ên ku li qadê rastiyan radigihîne pîroz dikim.

Ji rojeke pîrozkirin jî wêdetir em bi hêsanî nehatin van roja. Gelek bedelên giran hatin dayîn ji ber wê em di vê rojê de em hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û xwedî li têkoşîna wan derdikevin. Ev rojeke ku em têkoşîna xwe bi nûçeyên ku çê dikin mezin dikin e.”

‘DI WARÊ ROJNAMEGERIYA JINÊ DE PÊŞKETINÊN GIRÎNG’

Guney da zanîn ku li aliyekî rojnamegeriya Kurdî li ser axa xwe pêşxistina û parastina ziman dikir lê li aliyê din jî di warê rojnamegeriya jinê de pêşxitinên girîng pêk hat wiha dom kir: “Îro ji kovaran bigire heta ajans û televîzyonan di qadeke fireh de em rojnamegeriya jinê dikin. Ev ji bo me destkeftiyeke girîng e. Ev ne tenê destkeftiyeke girîn a ji bo çapemeniya Kurd e, di heman deme de destkeftiyeke girîng e ku ji bo erdnîgariya Tirkiye û Rojhilata Navîn.”

‘EM PEYDERÊN GURBETELÎ ERSOZAN IN’

Guney destnîşan jir  îro rojnamegeriya jinê di bin êrîşên mezin de ye û ev tişt li ser axaftina xwe zêde kir: “Lewre em hem Kurdin û hem jî jin in. Em bi girtin, binçavkirin, zext û pêkutiyên curbecur re rûbirû tên, rastî gefan tên, dîsa malbatên me rastî gefan tên. Li aliyekî em destkeftiyên jinan diparêzin li aliyê din jî berpirsyariyeke me ya ku têkoşîna jinê bilind bikin heye. Ne tenê teşîrkirin di heman demê de em bi weşanên xwe perspektîf û çareseriyê pêş dixin. Mînak îro Jinews û Jin Tv ji bo jinên kurd û hemû jinan hem destkeftîyeke girîng e û hem jî weşanên ku xwe û têkoşîna xwe têde dibinin e. Di çarçoveya wekheviya jinê de dibe hêza çareseriyê.

Em peyderên Gurbetelî Ersozan in. Em ji dîrokê ve ye serî netewandiye û bila ev hişmendiya baviksalarî nelibenda serîtewandina me be. Em rojnamegerên jin hatine kuştin, girtin, îşkencekirin lê me serî netewandiye û me xwe şûne nedaye, emê li dijî her zor û zehmetiyan jî karê xwe bikin. Lê belê em her tim bi astengiyan re rûbibû dimînin. Em dizanin ku parçayekî vê têkoşînên in û emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

‘ÇAPEMENIYA KURD HÊZA XWE JI CIVAKÊ DIGIRE’

Berdevka MKGP’ê Ayşe Guney, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tişta ku rojnamegeriya Kurd ji rojnamegerên din cuda dike, civakîbûna wê ye. Çapemeniya Kurd hêza xwe ji civakê digire. Li gel tinehesibandin jî rojnamegeriya Kurd xwe pêşve dibe û dibe alternatîfeke diyarker. Ev jî nîşan dide ku rojnamegeriya Kurd, her tim di nava lêgerînekê de ye. Tevî şert û mercên zehmet jî paşve gav neavêtî ye. Li gel bêderfetiyên teknîkî jî roj bi roj mezin dibe. Şehîdên vê çapemeniyê hene û li ser şopa wan nirxan îro li qadan li ber xwe dide. Mirov dikare bibêje ku rojnamegeriya Kurd li cîhanê êdî ekoleke.”

‘ZEXTÊN LI SER ROJNAMEGERAN KEVNEŞOPIYA DEWLETÊ YE’

Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan jî anî ziman ku zextên li ser çapemeniya azad kevneşopiya dewletê ye û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê û bi taybetî jî li Kurdistanê xebatên rojnamegeriyê gelek zehmet e. Rojnamegerên li qadan dixebitin rastî zext û pêkutiyan tên, ji bo nêrîn, nûçey û xebatên xwe parve bikin rastî gelek zehmetiyan tên. Rojnameger dema nûçeyan dişopînin yan jî diçin heremekê rastî astengan tên. Niha jî gelek herêm li Kurdistanê qedexene û rojanamerger nikarin bikevin van herêman û karê rojnamegeriyê bikin. Rojnamegerên diçin van herêman jî tên binçavkirin, girtin û astengkirin. Rojanamgerên nûçeyan parvedikin jî ji bo wan ev dibe sûçek û derbarê wan de lêpîrsin tê vekirin û têne zîndanîkirin. Weke tê zanîn li vî welatî gelek rojnamegerên girtîhene. Dîsan rojnamegerên ku tên darizandin hene. Mirov dikare bibêje li Tirkiyeyê rojnamegerî di demek gelek zehmet re derbas dibe. Li gorî welatên cîhanê divê rojnamegerî karekî hêsan bûya, lê mixabin li Tirkiyeyê karekî herî giran, zehmet û berdêla wê jî gelek giran e. “

‘LI TIRKIYEYÊ ROJNEMGERIYEK MUXALÎF NEMAYE’

Altan da zanîn ku li Tirkiyeyê ji bo ku rojamegerên muxalîf nemîne dewlet hemû zext û pêkutiyan li ser wan dimeşîne û wiha pê de çû: “Hikûmeta AKP’ê ji bo ku çapemeniya xwe ya xweser ava bike û ji bo ku rojnamegerên girêdayî xwe ava bike, gelek hewldan da. Sala 2016’an mirov dikare bibêje ev ji bo wan mîladeke. Li seranserî Kurdistan û Tirkiyeyê tevahiya saziyên çapemeniya azad û muxalîf hatin girtin. Tevahiya çapemeniyê hate bêdengkirin. Elbet li hemberî van zextan jî têkoşîna çapmeniya azad didome. Di vê dema zehmet de rojnamegerên serbixwe û yên ji kevneşopiya çapemeniya azad tên li ber xwe dan û bi ti awayî nehiştin rastî di tarîtiyê de bimîne. Hikûmeta AKP’ê hemû kesên ku hinek jî be ji wan dur tevahî tesfiye kirin û yan jî bi xwe ve girêdan. Rojnameger weke şex tesfiye kirin û bê kar hiştin. Gelek ji wan welat terikandin û berê xwe dan welatên Ewropa. Kesên li welat man jî bêkar hatin hiştin. Hinek saziyên weke ‘Gruba Huryet’ bi xwe ve girêdan. Mirov dikare bibêje li Tirkiyeyê medyayek yek deng û reng hatiye avakirin. Li Tirkiyeyê nêzî 600-700 kenalên televziyonan hene, hema bibêje ji sedî 99 girêdayî AKP’ê ne. Çend kanalên ku mirov bibêje muxalîf hene jî ew jî dibin zext û pêkûtiya dewletê de ne.”

‘JI BO PÊŞEROJEK AZAD Û RAMANÊN AZAD HEVALBENDÎ’

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li gel hemû zext û pêkûtiyan jî rojnamegeriya azad li ber xwe dide û weşana xwe berdewam dike. Li cihekê zext hebe bê guman têkoşîn jî heye. Çapemeniya azad ji bo rastiyan ji civakê re ragîhine li ber xwe dide û wê ji bo ragihandinek azad berxwedana xwe mezintir jî bike. Ez dixwazim bangek li rojnamegeran, sazî û dezgehên muxalîf jî bikim, ji bo em bi hevre bikarin li heberî vê faşîzmê li ber xwe bidin û bitêkoşin divê hevalbendiya xwe em zêde bikin. Pêwîste li cem hev cihê xwe bigrin. Ji bo pêşerojek azad, pêşeroja fikir û ramanên azad divê barê dikeve li ser milê her kesê pêkbîne.”

SIBÊ: Rojnamegerên li qadan dixebitin: Çapemaniya azad ti car ji rastiyan tawîz nade