ZAD’ê banga ‘Kurdistanê biparêze’ kir

Parçeyek a Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze, ZAD de la Collîne destnîşan kir ku emperyalîst dixwazin bi destê dewleta Tirk Şoreşa Rojava bi fetisînin û banga piştevaniyê kir.

Komên otonom ên ku dixwazin Girê Mormont ê dîrokî yê li Swîsreyê li dijî ocaxa çîmentoyê ya Lafarge-Holcîmê biparêze, sala 2020’an ZAD de la Collîne ava kir. ZAD de la Collîne banga “Bikeve tevgerê û Şoreşa Rojava biparêze” kir.

Banga “ZAD de la Collîne” wiha ye:

“Nêzê berî du salan, ZAD de la Collîne enternasyonalîstên ku ji Rojava hatin, pêşwazî kir. Piştî têkoşîna deh salan Tevgera Azadiya Kurd beşek ê xaka Bakurê Sûriyeyê rizgar kir û îdealên me yên ku me hilgirtin Girê Mormont li Rojava xistin nav jiyanê. Şoreşa Rojava şoreşek femînîst û ya jîngehê ye e ku li ser esasê pergala demokratîk e (Konfederalîzma Demokratîk).

Zêdeyî hefteyekê ye hikûmeta Tirk a faşîst û emperyalîst, bi alîkariya NATO’yê dixwaze şoreşê bêdeng bike. Divê em ji bo şoreş, sosyalîst û demokrasiya li Rojava, tekez bibin yek û piştevaniyek bi biryar nîşa bidin. Beriya her tiştî her çi dibe bila bibe, em li dijî şerên emperyalîst û faşîst banga parastina Kurdistanê dikin

Em weke Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze, bang li her kesê dikin.”