YXK’ê kongreya xwe ya 24’emîn li dar xist

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) li bajarê Darmstadt a Elmanyayê kongreya xwe ya 24’emîn li dar xist.

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) li bajarê Darmstadt a Elmanyayê kongreya xwe ya 24’emîn li dar xist. Kongre diyarî şehîdên berxwedana Mamreşo û Zendûrayê hate kirin.

Piştî hilbijartina dîwanê rojeva kongreyê hate diyarkirin, bi wesîleya sala 30’emîn a YXK’ê axaftin hate kirin.

Di kongreyê de sînevîzyona li ser YXK û JXK’ê hate temaşekirin. Ciwanên ku piştre mafê axaftinê stendin, pêvajo nirxandin û derbarê xebatan pêşniyaz kirin.

Delegeyên ji Elmanya û Swîsreyê tevlî kongreyê bûn. Xwendekarên ji Zanîngeha Rojava û Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî peyamên bi dîmen şandin.

Di kongreyê de peyama pîrozbahiyê ya Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger hate xwendin û li ser navê TJK-E’yê jî Delal Rûbar axivî. Rûbar diyar kir ku hêza ku wê şoreşê pêk bîne, jin û ciwan in.

Piştî axaftinan rêveberiya kongreyê û koordînasyona wê hate hilbijartin û plansaziya salane hate xwendin.

Kongreyê di encamnameya xwe de gerîlayê HPG’ê Firat Çîçek ê ku di Kanûna 2019’an de di êrişa hewayî de şehîd bûbû wekî Endamê Rûmetê yê YXK’ê hilbijart.

Piştî qebûlkirina plansaziyê kongre bi govenda stranên koma muzîkê ya TEV-ÇAND’ê bi dawî bû.