YKKE: Dewleta Tirk ewqasî hove êrîşî sivîlan dike!

YKKE ya êrîşa dewleta Tirk a li ser Mexmûrê şermezar kir got: “Ti êrîş nikare netewa Kurd bide sekinadin” û banga piştevaniyê kir.

Yekîtiya Kedkarên Koçber ên Ewropa (YKKE) êrîşên dewleta Tirk a li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê şermezar kir.

‘ÊRÎŞÎ JÎNGEHÊN SIVÎLAN DIKIN’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a çav lê sor bûye bi hovane êrîşî destkeftiyên netewa Kurd dike, duh dewleta Tirk êrîş bire ser Penaberên Mexmûr xwestin qetlîamê bikin.

Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Di encama polîtîkayên nîjatperest ên deweta Tirk û çapemeniya wê ya paşverû di serî de li Trabzon û gelek cihên din êrîşên nîjatperestrî û qirker li ser Kurdan dike.

 ‘PIŞTEVANIYA BI GELÊ KURD RE…’

Bila baş bê zanîn ku; ti êrîş û qetlîam wê nikaribe netewa Kurd ji têkoşîna wê ya bi maf û rewa bide paş.

Bang li raya giştî dikin ku li dijî êrîşan bibin xwedî helwest û piştevaniya aliyên netewî yên Kurd bikin.”