Yildirim: Tu mînakên vê tecrîdê tune ye

Parlamenterê HDP'ê yê berê Ahmet Yildirim diyar kir ku tu mînakên vê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin tune ye û got: “Hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wê ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn girîng û destpêk be.“

Li bajarê Graz yê Avusturyayê bi tevlîbûna Parlamenterê HDP’ê yê berê Ahmet Yildirim li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîna gel hate lidarxistin.

‘TU MÎNAKÊN VÊ TECRÎDÊ NÎNE‘

Di civînê de Parlamenterê HDP’ê yê berê Ahmet Yildirim axivî. Yildirim destnîşan kir ku tu mînakên vê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin tune ye û got: “Hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wê ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn girîng û destpêk be. Ji bo aramiya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn divê demildest tecrîd ji holê rabe û parêzer bikarin biçin Îmraliyê.“

‘DOZA HDP’Ê SIYASÎ YE‘

Yildirim bal kişand li ser doza girtina HDP’ê jî û ev tişt got: “Doza HDP’ê ne hiqûqiye û dozekî siyasî ye. Li dijî vê doza siyasî em têkoşînekî siyasî didin. Eger ku HDP were girtin jî wê ev gel bê alternatîf nemîne û amadekariyên partiya alternaftîf hene.“