Yewnanîstan ji Meşa Dirêj re amade ye

Amadekariyên Meşa Dirêj a bi sê rojan a li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê ku wê ji Kempa Lavrîo ya Yewnenanistanê destpê bike û heta bi navenda paytext Atînayê dewam bike, temam bûn.

Komeleya Çanda Kurdistanê, amadekariyên Meşa Dirêj a  bi sê rojan a di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de wê li Yewnanîstanê bê lidarxistin, bi dawî kirin. Meş wê di saet 09.00’an de ji Kempa Lavrîoyê destpê bike û wê di roja dawîn a 3’yemîn de li navenda paytext a Atînayê bi dawî bibe.

Di vê çarçoveyê de beriya meşê li Kempa Lavrîoyê merasîmek hat lidarxistin. Bi sedan kes tev li civînê bûn û welatiyan têkildarê pêvajoyê nirxandin kirin. Di meresima ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Li ser navê komeleyê Şakîr Garzan mafê axaftinê girt. Garzan anî ziman ku gerîlayên PKK’ê di serî de li Zap, Avaşîn û Metînayê li her dera Kurdistanê bi qehremanî li ber xwe didin û hesabê dagirkeran serobino dikin.

Garzan destnîşan kir ku Tirkiyeyê bi piştevaniya hêzên navneteweyî yên komploger û bi hevkariya PDK’ê êrîşên dagirkeriyê dane destpê kirin û da zanîn ku ji bo êrîş bihên pûçkirin divê li her derê berxwedan bihê mezin kirin. Garzan serhildanên dîrokî yên Kurdistanê bi bîr anîn û wiha dewam kir: ‘’ PKK’ê bi bi berxwedana xwe ya bi aliyên xwe yên resen çanda berxwedanê ava kiriye.“

Garzan di dawiyê de bang li hemû Kurd û dostên wan kir ku li her derê berxwedanê mezin bikin.

Piştî Garzan, çalakger û welatiyan li ser pevajoyê pêvajoyê nirxandin kirin. Meresim piştî axaftinan bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Plana meşa dirêj a bi sê rojan wiha ye:

★  30’ê Gulanê 2022’yan roja Duşemiyê – Lavrîo – Marco Poûlo

★ 31’ê Gulanê 2022’yan roja Sêşemiyê– Marco Poûlo – Palanîa

★ 01’ê Hezîrana 2022’yan roja Çarşemiyê – Palanîa - Atîna