Yekîtiya Rojnamegerên Elman xwest ku rojnameger bên berdan

Yekîtiya Rojnamegerên Elman bi daxuyaniya ku weşandî, xwest ku rojnamegerên li Amedê hatine destgîrkirin bên berdan.

Yekîtiya Rojnamegerên Elman (DJV) ji hikûmeta Tirk xwest ku dest ji zexta li ser rojnamegerên rexneker berde û bi lez rojnamegerên hatine destgîrkirin berde.

DJV ku nêzî 30 hezar endamên wê hene û rêxistina rojnamegeran a herî mezin a Ewropayê ye daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ji ber hikûmeta Tirkiyeyê zexta li ser rojnamegeran zêde bike fikarên xwe anî ziman.

DJV’ê di daxuyaniya xwe ya bi sernavê “Nêçîra rojnamegeran” de, bal kişand li ser girtina qenalên rojnamegerên di surgunê de dijîn ya ji aliyê hikûmeta Tirk. Her wiha di daxuyaniyê de destgîrkirina 21 kesan ku 20 kes ji wan rojnameger bûn ya li Amedê jî hat rexnekirin.

Serokê DJV’ê Prof. Dr. Frank Uberall diyar kir ku tiştên hatine kirin nîşaneyek a xeta Serokomarê Tirk ê AKP’yî ye ku medyayê dijmin dibîne û polîtîkaya ku bi salane ji bo çewisandina dengên serbixwe birêve dibe. Her wiha Uberall ji hikûmeta Tirk xwest ku divê bi lez rojnamegerên hatine destgîrkirin bên berdan.

BANGAWAZÎ

Uberall destnîşan kir ku divê zextên li ser rojnameger û medyayan yên di hefteyên dawî de hatine kirin bê encam nemîne û ji hikûmeta Elman xwest ku bi aşkera ji Erdogan re bêje “Pêkanîna nêçîra rojnamevanan ne sûcekî ku mirov pê xweş be ye.”

Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firat (DFG) Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, Midûrê Karên Nivîsê ya Rojnameya Xwebûn Mehmet Alî Ertaş, Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyûncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdûrrahman Oncu, Lezgîn Akdenîz, Kadîr Bayram û Feynaz Koçûk 5 rojin hatine destgîrkirin.