Yekîtiya Hêza Demokratîk a Brîtanyayê hat serdana Şîş-NÛ BÛ

Çalakgerê Îlhan Şîş ê ku li bajarê New Portê yê Galê di greva birçîbûnê de ye, nûnerên gelek  sazî û dezgehan tên serdana wî. Îro jî nûnerên saziyên Yekîtiya Hêza Demokratîk hatin serdana Şîş ên ku Federasyona Elewiyan jî di nav wan de ne.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Newportê yê Galê Îlhan Şîş 65 roj in di greva birçîbûnê de y. Îro jî nûnerên Yekîtiya Hêza Demokratîk a Brîtanyayê hatin serdana Şîş.

Şîş diyar kir ku ev serdan moral û hêzê dide wî.

‘EM Ê DEV JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN’

Şîş got ku, “Ez Kurdekî Elewî me û li hemberî vê zilmê dengê xwe bilind dikim. Têkoşîna Rêber Apo û perspektîfa aştiyê ya ku daye gelên Tirkiyeyê, divê her kes xwedî li van projeyan xwedî derkevin. Ji ber vê jî tecrîda li ser Rêber Apo tê wateyta tecrîdkirina aştiya navxweyî ya Tirkiye û Rojhilata Navîn. Vê çalakiya me ya greva birçîbûnê, ji bo aştî û demokrasiyê ye. Wekî ku Pîr Sûltan jî dibêje ‘Kî vedigere, bila vegere, lê em ji têkoşîna xwe venagerin. Ji ber vê jî vê serdana Federasyona Elewiyan hêz û moral daye min.”

‘DAXWAZÊN ÇALAKGERAN DAXWAZÊN ME NE JÎ’

Li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk, Serokê Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê Îsrafîl Erbîl axivî û got ku, “Greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven dabû destpêkirin, ji bo rakirina tecrîdê hêvî da civakê. Em jî diyar dikin ku tecrîd sûcekî mirovayetiyê ye û daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê, daxwazên me ne jî.”

Erbîl diyar kir ku di 2’ê Adarê de ji bo xwedîderketina li çalakgerên greva birçîbûnê û daxwazên wan, wê li Londrayê meşekê li dar bixin. Erbîl diyar kir ku hêviya wan ev e ku çalakî bi ser bikevin û tecrîd were rakirin.