Yekîtiya Ewropa: Rusyayê 100 hezar leşker li ser sînor bi cih kir

Yekîtiya Ewropayê îdîa kir ku Rusyayê hêzeke giran a leşkerî li ser sînorê Ukraynayê bi cih kiriye. Lê balkêş e ku doh têkildarî hejmara leşkerên Rus du hejmarên cuda eşkere kir.

Komîserê Yekîtiya Ewropayê yê ji Polîtîkaya Têkiliyên Derve û Ewlekariyê Berpirsyar Josep Borrell doh piştî nîvro daxuyaniyek da û îdîa kir ku Rusyayê 150 hezar leşkerên xwe li ser sînorê Ukraynayê bi cih kiriye. Borrell eşkere nekir ku têkildarî vê hejmara agahî ji kîjan çavkaniyê wergirtiye û anî ziman ku ev kombûna leşkerî ji bo wan 'cihê fikaran' e.

Lê belê danê êvarê daxuyaniyeke nivîskî hate weşandin û daxuyaniya piştî nîvro hate sererastkirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hejmara leşkerên Rusyayê yên li ser sînorê Ukraynayê ne 150 hezar e lê belê 100 hezar leşker e. Lê belê nehate eşkerekirin ku ev hejmar çima hate sererastkirin û agahiyên di vê der barê de ji kîjan çavkaniyê hatiye wergirtin, nehate eşkerekirin.

Borrell di daxuyaniya xwe de bang li Rusyayê kir ku dawî li 'civandina hêza leşkerî' bîne û 'tansiyonê kêm bike'.

Ukrayna ku Qirim bi destê Rusyayê ve berda û beşek ji eyaletên xwe yên rojhilat xiste bin kontrola alîgirê serxwebûnê yê Rusyayê, hefteyên dawî bi rêveberiya Moskowayê re tengav û aloz e. Rêveberiya Kievê îdîa dike ku Rusya ji bo êrişî welatê wan bike dibe ku li hincetekê digere.