Yekîneyên Tolhildanê li Stenbolê çalakiya sabotajê kirin

Koma "Yekîneyên Tolhildanê yên Ş. Çiyager û Ş. Zeryan" li Stenbolê çalakiyeke sabotajê kir.

Di daxuyaniya komê de hate gotin, "Di 19'ê Mijdarê de saet di 01:00 li taxa Karayollari ya navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê endamên me yên Yekîtiyên Şehît Çiyager û Şehîd Zeryan li dijî wesayita şexsekî faşîst di çarçoveya 'pêvajoya çalakiyên xweparastinê yên bênavber' de çalakiyeke sabotajê kirin."

Yekîneyên Tolhildanê ragihandin ku di encama çalakiyê de wesayit hate rûxandin û destnîşan kir, "Piştî çalakiyê gelek polîs ji bo qada çalakiyê hatin veguhastin û tax dorpêçkirin."