Yekane hevrika Macron Le Pen e: Wê gelekî li ber hev bidin

Li gorî anketa dawî ya saziya lêkolînê ya Harris Interactive, hilbijartinên serokkomariyê yên li Fransayê ku wê sala 2022'an pêk werin, di navbera Emmanuel Macron û lîdera rastgiriya tund Marine Le Pen de derbas bibe.

Di anketa Harris Interactive de ku kovara aboriyê ya heftane Challenges pê da çêkirin, ji bo tûra destpêkê ya hilbijartinên serokkomariyê yên sala 2022'an ên li Fransayê, namzetên cuda tên pêşniyarkirin. LREM a desthilatdar jî Emmanuel Macron ji bo serokkomariyê namzet nîşan da. Di anketê de li nêrîna hilbijêran hate pirsîn û namzetên herî zêde derketin pêş jî li gel Macron, lîdera partiya Yekîtiya Neteweyî ya rastgiriya tund (RN) Marine Le Pen e.

DI TÛRA DUYEMÎN DE YEKANE HEVRIKA MACRON, LE PEN E

Li gorî anketê, di tûra destpêkê ya hilbijartinên Nîsana 2022'an de du namzetên ku dengê herî zêde werbigirin Macron û Le Pen e. Tevî ku namzetên partiyên din nediyar e, tê texmînkirin ku Macron ji sedî 26 heta ji sedî 28 ê dengan bistîne. Li gorî texmînan Le Pen a rastgiriya tund jî wê bi rêjeya ji sedî 26'an derbasî tûra duyemîn bibe.

Li gorî anketê, ne ji aliyê rast ne jî ji aliyê kesk, şensê ti namzetî nîne ku ji tûra duyemîn re bimîne. Partiya Komarger (LR) a rastgir eger seroka herêma Ile-de-France ku paytext Parîs jî di nav de ye Valérie Pecresse bike namzet wê ji sedî 12'an, serokê herêma Hauts-de-France Xavier Bertrand tevlî hilbijartinê bibe wê ji sedî 15 ê dengan werbigire.

BELAWELIYA LI ALIYÊ ÇEPGIRAN, ŞENSÊ WAN KÊM DIKE

Partiyên Çepgir jî zêde belawela xuya dike. Lewma namzetê ku herî zêde karibe dengan werbigire ji nava partiya Fransa ya Serî Natewîne (France Insoumise) xuya dike. Lîderê vê partiyê Jean-Luc Mélenchon bi rêjeya ji sedî 11'an weke namzetê herî xurt ê çepgir xuya dike. Mélenchon her wiha namzetê herî xurt e ku hilbijêrên çep dixwazin wî weke namzetê xwe yê hevpar bibînin.

Ji Partiya Sosyalîst (PS) Şaredara Bajarê Mezin a Parîsê Anne Hidalgo û namzetê Keskan ê Ewropa ya Ekolojî (EELV) Yannick Jadot ji sedî 6 ê dengan werdigirin.

DI TÛRA DUYEMÎN DE LE PEN WÊ TEHDEYÊ LI MACRON BIKE

Li gorî encamên anketê, di tûra duyemîn de Serokkomar Emmanuel Macron wê bi rêjeya ji sedî 54'an li hemberî Le Pen bi ser bikeve. Lê belê Macron di hilbijartinên 2017'an de di tûra duyemîn de li hemberî Le Pen ji sedî 66.1 ê dengan wergirtibû.

Di gelek anketan de yên mehên dawî hatin kirin, tê texmînkirin ku Macron herî zêde ji sedî 52 heta 55'an li hemberî hevrika xwe Le Pen bi ser bikeve.