Xiyanet

Bi wê hêviyê ku xiyaneta Kurdî ya bi Harpagosî dest pê kiribû, bi têkoşîna azadiya gelê Kurd bi dawî bibe…

ENKS ya li Rojava hin partiyên marjînal li hev kom kiriye, bi wezîrê karê derve yê Tirk re hevdîtinek pêk anî. Piştî hevdîtinê daxuyaniyek hat dayîn û em matmayî man. Fena henekê xwe bi gelê Kurd bikin, dibêjin; Tirkiye li Sûriyê ne li dijî mafên gelê Kurd e. Niha kesên ku ev daxuyanî dîtine ji xwe re gotine ka ev çawa Kurd in! Vaye hin kesên xwe bi vî awayî ji bo hin berjewendiyan bi dijminên Kurdan ve girêdayî û li pey hesabên erzan, hene.

ENKS dibêje dewleta Tirk li Rojava û Sûrî ne li dijî mafên gelê Kurd e. Ka wê demê em li çend gotin û pêkanînên dewleta Tirk li Rojava binêrin û di heman demê de bi bîra wan jî bixin. Dema ku li Rojava Kurd li cihên rûdiniştin, bûn serwer û li kantonan xwe bi xwe rêve birin ma ne dewleta Tirk bû ku digot;  ‘Ew şaşiya ku me li Bakurê Iraqê kir em ê li Bakurê Sûrî nekin? Ma ne wan got; Kobanê ne bajarê Kurdan e, ew der Eyn El Ereb e? Ma ne wan got; Em ê destûrê nedin korîdoreke Kurd û ma ne bi vî awayî navbeyna Kobanê û Efrînê dagir kirin? Rast e, li Girê Spî û Serêkaniyê hin Ereb dijîn, lê dewleta Tirk rabû ev kir hêcet û got; Serêkaniyê û Girê Spî cihê Ereban e, û bi vî awayî ji dagirkeriya xwe re zemîn çêkir û rewa kir. Ma ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi sedhezaran kes nedan koçberkirin û li şûna wan çete tevî malbatê wan bi cih nekirin? Ma dewleta Tirk bi hezaran sivîl û şervanên Kurd qetil nekirin? Ma zilm û îşkeneceya vê dewletê li Kurdan kir di ragihandina cîhanê de derneket? Ev çend nimûne ne ji pêkanînên vê dewleta kujer in. Lewma em dipirsin, kesên ku van gotinan bikin û vê zilmê pêk bînin çawa ne li dijî mafên gelê Kurd in?! Bilêvkirina tiştekî bi vî awayî xiyanet e, piçûk ketine. Xiyaneta fermandarê Medî Harpagos yê ku hişt Pers Medyayê ango Kurdistanê dagir bikin li ber kirinên van sivik dimîne. Ji ber ku di wan serdeman de ne netew-dewlet ne jî polîtîkayên qirrkirinê hebûn.

Ev xayînên ku dibêjin, em girêdayî PDK’ê ne û tê zanîn ew ji gotinên PDK’ê dernakevin, wisa xuya dike ku wan helwesta dewleta Tirk a di referandûma 2017’an de ji bîr kiriye yan jî naxwazin bibînin! Gotineke pêşiyên me Kurdan heye ku vê rewşê baş îfade dike, ‘Kew neyar û xayînê qewmê xwe ye’. Ev gotin rastiya van derdoran çi xweş pênase dike. Rastiya wan û kewê pir li hev tê. Tê zanîn, nêçîrvan hin kewan digrin û wan perwerde dikin, ji bo ku bixwînin. Piştre jî kew li qûntara çiyayekî datînin û ew kew dest bi xwendinê dike. Di vê navberê de nêçîrvan dav û xefkên xwe bi cih dike. Bi xwendina kewê di qefesê de, ji refên kewan çendek an komek tên ber bi xefkê ve. Û kewên xafil dibin nêçîra nêçîrvan. An dikevin davê, an jî tên kuştin. Gotin û kirinên ENKS’ê tam jî weke xwendina kewên di qefesê de ne. Ew dibin şirîkê qirrkirina Kurdan. Ma jixwe dewleta Tirk dibêje; ez ne li dijî Kurda me, li dijî terorîsta me, û bi vî awayî Kurdan qir dike. ENKS van polîtîkayên dewleta Tirk ên di qirrkirina Kurdan de serkêşiyê dike, rewa dike.

Me dizanîbû wisa ye, lê niha raya giştî ya Kurd jî baştir pê dizane. Di êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Rojava giştî de ENKS jî şirîk û gunehbar e. ENKS û dewleta Tirk ji bo rêveberiya xweser a li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji hev bixin, bi hev re tevdigerin. Di serî de li Efrînê û li temamiya Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê di rijandina xwîna Kurdan de destê ENKS’ê heye. Di destê ENKS’yan de xwîna zarok, jin, pîr û kal û ciwanên Kurdan heye. Daxuyaniyên ku ENKS li Tirkiyê dan, di heman demê de îşaret bi meşrûkirina êrişên nû yên qirrkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyê dike. Zemînê siyasî û derûnî yê van êrişan bi vî awayî tê amadekirin. Divê Kurd hemû baş bizanin ku hevparê sûc, rewaker û teşwîqkerê êrişeke muhtemel a li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyê ENKS bi xwe ye.

Ev helwest di heman demê de bersiva ENKS’ê ya ji bo xebatên ji aliyê rêveberiya xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê ye ku ji bo yekîtiya navxweyî pêş dixe. Tercîha ENKS’ê ew e ku li kêleka desthilata faşîst û dijminê Kurdan AKP-MHP’ê cihê xwe bigre. Hin derdorên di nava ENKS’ê de dixwazin li Rojava di nava yekîtiya Kurdan de cih bigrin. Lê wan xayînên bi dewleta Tirk re axivîn di heman demê de diyar kirin ku ew maşikên di destê dewleta Tirk de ne. Divê ku tevahî Kurd, kes û derdorên gotinên wisa dibêjin û li kêleka dewleta Tirk a qirrker cih digirin, teşhîr bikin.

Ew xayînên ENKS’ê heke li Enqerê wisa diaxivin, ev tê wê maneyê, PDK jî ji van polîtîkayan re bêdeng dimîne. PDK jî ji ber peywendiya xwe a bi dewleta Tirk re dengê xwe ji van daxuyanî û polîtîkayan re dernaxe; ev bi ti awayî ji aliyê gelê Kurd ve nayê qebûlkirin. Ev jî tê wê maneyê ku PDK bi vê helwesta xwe êriş û dagirkeriya dewleta Tirk meşrû û normal dibîne. Gotineke weke ‘sikût ji îqrarê’ heye. Jixwe agahî û gotegot hene ku dibêjin, PDK nahêle ENKS li Rojava tevlî xebatên yekîtiya netewî bibe. Rewş û helwesta niha ya ENKS wisa ye ku vê gotegotê piştrast bike.

Bi wê hêviyê ku xiyaneta Kurdî ya bi Harpagosî dest pê kiribû, bi têkoşîna azadiya gelê Kurd bi dawî bibe…

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA