Xirvatistan wê piştî 1’ê Çileya 2023’an tevlî herêma Schengenê bibe

Bi biryara Konseya Ewropayê re wê piştî 1’ê Çileya 2023’an Xirvatistan tevlî herêma Schengenê bibe.

Nûnertiya Xirvatistanê ya li Yekîtiya Ewropayê li ser hesabê medyaya dîjîtal got “Gava dawîn jî qediya. Konseyê biryar qebûl kir. Xirvatistan wê piştî 1’ê Çileya 2023’an tevlî herêma Schengenê bibe.” Xirvatistan piştî 1’ê Çileyê wê êdî tevlî qada Eûro ya ku pereyê hevpar a YE jî bibe.

Ev biryar li civîna Wezîrên Karên Navxweyî ya Yekîtiya Ewropayê de hate stendin.

Herîm dawîn Lîhtenştayn di 19’ê Kanûna 2011’an de tevlî herêma Schengenê bûbû.

BÛLGARISTAN Û ROMANYA NEHATIN QEBÛLKIRIN

Ji ber îtîraza Avûstûryayê endamtiya Romanya û Bûlgaristanê ya ji bo qada Schengenê nehate qebûlkirin. Hollandayê jî ji bo Romanyayê got ‘Erê’ lê dengê ‘Na’ da Bûlgaristanê.

Li herêma Schengenê 22 welatên Yekîtiya Ewropayê û Swîsre, Norveç, Îzlanda û Lîhtenştaynê 420 milyon kes bêyî kontrola pasaportê dikarin bigerin.