Xezeba Zeytûnê: 16 çete hatin kuştin

Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeyntûnê berpirsyariya çalakiya bombeyî ya Pêncşemê ya li Efrînê da ser milê xwe. Rêxistinê ragihand, di çalakiyê de 16 çete hatine kuştin.

Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyeke nivîskî berpirsyariya çalakiya li Efrînê da ser milê xwe.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di çarçoveya çalakiyên me yên tolhildanê de yên li herêmên ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye, çeteyên li Efrîn, Îdlib, Ezaz û herêmên din ên dagirkirî êrîşî gelê me dikin wê timî bibin hedefa hêzên me. Êdî wê ji cezakirinê nikaribin rizgar bibin û metirsiya jiyana wan wê her kêliyê zêde bibe."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, "Hêzên me ji bo bersivê bidin sûcên ku dewleta Tirk û komên wê yên çete kirine, di 11'ê Tîrmeha 2019'an de li dijî çeteyên Cebhet El Şamiya û qaşo polîsên wan ên li ber Navenda Perwerdeyê bi wesayiteke bombebarkirî çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de 16 çete hatin kuştin 19 çete jî birîndar bûn.

Em careke din bang li sivîlên li herêmên dagirkirî dikin ku xwe ji qadên leşkerî yên artêşa Tirk û çeteyan vegirin.

Çalakiyên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê yên li dijî çeteyên ku xaka Efrînê qirêj kirine û xwîna gelê sivîl dirijîne wê bidomin. Em careke din soz didin gelê xwe ku em ê li pêşberî dagirkeran paş ve gav neavêjin."