Wezîrê Karê Derve yê Danîmarkayê Sefîrê Tirk vedixwîne meqamê xwe

Piştî ku rojnameya Berlingske xebatên hedef kirina Kurdên li Danîmarkayê yên ji aliyê Serokkomariya Tirk û Konsolosxaneya Tirk ve eşkere kir û şûnde, Wezîrê Têkiliyên Karê Derve ragihand ku ew ê bangî Sefîrê Tirk bike.

Wezîrê Têkiliyên Karê Derve yê Danîmarka Jeppe Kofod bersiva pirsên rojnameyê da û nerazîbûn nîşanî saziyên Tirk da ku têkildarî welatiyên li Danîmarkayê dijîn agahî kom kirine. Kofod wiha got; “Welatek biyanî li Danîmarkayê welatiyên Danîmarkayê nikare bike hedef.”

TÊKILDARÎ MIJARÊ EW Ê BI WEZÎRÊ TIRK RE BICIVE

Kofod ji bo xebatên sîxûriyê yên Tirkiyeyê nerazîbûn nîşan da û got; “Bi temamî ev nayê qebûl kirin”. Kofod diyar kir ku ew ê Sefîrê Tirk vexweine Wezareta Têkiliyên Karê Derve. Li aliyê din Kofod destnîşan kir ku ew ê mijarê bi Wezîrê Têkiliyên Karê Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re jî bicive.