Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê: Rêzê ji hiqûqa navneteweyî re bigirin

Wezareta Karên Derve ku têkildarê êrîşên dewleta Tirk ên berpêyî Kurdistanê daxuyanî da, diyar kir ku divê rêz ji hiqûqa navneteweyî re bê girtin.

Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê, têkildarê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên berpêyî Kurdistanê daxuyanî da û diyar kir ku sivîl zerarê dibînin û banga rêzgirtinê ji hiqûqa navneteweyî re, kir.

Di daxuyaniya bi sernavê “Daxuyaniya Swîsreyê ya li ser bûyerên tundûtûjyê yên li Bakurê Sûriyeyê, Bakurê Iraqê û Tirkiyeyê“ hat weşandin de, wiha hat gotin: “Swîsre, ji bûyerên tundûtûjiyê yên demên dawîn ên li Bakurê Sûriyeyê, Bakurê Iraqê û Tirkiyeyê bi fikar e. Em bang dikin ku hemû alî rêzê ji hiqûqa navneteweyî re bigirin.“