Wezareta Karên Derve ya Fransayê daxuyanî li ser êrîşên dewleta Tirk da

Wezareta Karên Derve ya Fransayê bi daxuyaniyekê bang kir ku demeke wiha, hêj DAÎŞ li herêmê gefeke mezin e, tu hewileke ku pê aramiya herêmê xera bibe û bikeve xeteriyê, neyê kirin.

Wezareta Karen Derve ya Fransayê, têkildarê êrîşên dewleta Tirk ên berpêyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê li ser malpera xwe ya fermî daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Fransa, ji roja Tirkiyeyê operasyonên hewayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê ya xweser a Iraqê kiriye heta bi niha şopandina gengeşeyê dike ku her diçe zêde dibe.

Fransa ji ber daxuyaniyên ku dibêjin Tirkiye wê destwerdana bejayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, bi fikar e. Serdemeke wiha ku gefa DAÎŞ’ê hêj berdewam e, banga Fransayê ew e ku hewila xerakirina aramî û ewlehiya herêmê û şêniyên wê neyê kirin.

Fransa, rêzdar e ji serweriya Iraqê û îstiqrara li Herêma Kurdistanê ya xweser di nav Iraqê de.“