Wêneyê PKK’ê yê DPA’yê parvekirî ji bo wekîl qedexe ye!

Hevseroka Partiya Çep a Meclîsa Hambûrgê Cansû Ozdemîr li ser hesabê xwe yê tevna civakî wêneyê alaya PKK’ê ku DPA’yê ji bo aboneyên xwe şandibû, par ve kirîbû û cezayê pereyan lêhatibû birîn. Ozdemîr ku ceza neda wê derkeve pêşberî dadger.

Ji ber salvegera qedexeya karên PKK’ê yê li Elmanyayê Hevseroka Partiya Çep a Meclîsa Hambûrgê Cansû Ozdemîr roja 27’ê Mijdara 2017’an li ser hesabê xwe yê Twîtterê “Dev ji qedeya PKK’ê berdin” par ve kiribû.

Ozdemîr di parvekirina xwe de cih dabû wêneyê alaya PKK’ê ku ajansa nûçeyan a Elman DPA beriya niha bi aboneyên xwe re par ve kiribû.

Piştî lêpirsînê dadgeha xwecihî 500 Euro cezayê perayan li Ozdemîr a Partiya Çep birîbû. Lê Ozdemîr ceza neda û cezayê pere bûbû 1500 Euro. Parlamentera Partiya Çep Ozemdîr cezayê lê hatibû birîn bire dadgeha temyîzê û wê derkeve pêşberî dadger.

PARTIYA ÇEP NERAZÎBÛN NÎŞANÎ DADGEHÊ DA!

Tê payîn ku rûniştina doza yekemîn a Ozdemîr wê hefteya pêşiya me roja Dûşemê li Dadgeha Rêveberiya Hambûrg-Altona pêk were, lê dadgehê ragihand ku doz taloqî 28’ê Cotmehê kirine. Hevserkoka din a Partiya Çep a Meclîsa Eyaleta Hambûrgê Sabîne Boeddînghaûs jî nerazîbûn nîşanî biryara dadgehê da.

Boeddînghaûs bibîrxist ku Ozdemîr bi heman sûcê sala 2015’an hate darizandin û piştre dosye hate girtin û got; “Hêvîdarim ku encamekî mîna hev ji darizandina niha derkeve.”

Boeddînghaûs diyar kir ku parvekirinên Ozdemîr di çarçoveya azadiya ramanê de ye û got; “Divê dawî li darizandina mirovan ên ji ber parvekirinên sembolan were. Ev sembolên he sembola tevgera ku DAÎŞ’ê ya dijminê demokrasî û jinê ye bidawî kiriye.”

Di demên dawî de zêdebûna lêpirsînên derbarê kesên xwîngermî nêzî tevgera azadiya Kurd dibin ên ji aliyê yekîneyên daraz û ewlehiyê yên Elman ve balkêşe.

Çavkaniyên lêpirsînan pêşnûmeya Wezareta Karê Navxwe ya 2’ê Adara 2017’an ku ji 16 eyaletan re şandî ye.

Di pêşnûmeyê de serî de alayên YPG, YPJ, PYD û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di nav de hemû sembolên tevgera azadiya Kurd hatibûn qedexekirin.