Welatparêzên ji Nurnbergê, Nobeta Azadiyê dewr girtin

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewam dike. Hasan Çîçek, Mazlûm Dogan û Ozgur Kara yên ji bajarê Nurnberg ê Elmanyayê hatin, nobet dewr girtin.

Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan 25’ê Hezîrana 2012’an ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şkandina tecrîdê, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê Nobeta Azadiyê dabû destpêkirin. Nobet di hefteya xwe ya 554’emîn de, tevî hewaya sar jî dewam dike.

Kurd û dostên wan, her hefteyê çalakiya nobetê didomînin. Vê hefteyê koma ku ji bajarê Nurnberg ê Elmanyayê hat, nobet dewr girt. Kom ji Hasan Çîçek, Mazlûm Dogan û Ozgur Kara pêk tê.

Hasan Çîçek li ser navê komê, ji ANF’ê re axivî û bang li hemû gelê Kurd kir ku di salvegera Komploya 15’ê Sibatê de, ji bo şkandina tecrîdê têbikoşin.

Hasan Çîçek ev tişt gotin: “Em di salvegera Komploya 15’ê Sibatê de, ji bo hilweşandin û qebûl nekirina vê komployê, me li ser navê welatparêzên ji Nurnbergê nobet dewr girt. Rêbertî li girtîgehê ye. Îradeya gelê Kurd, berxwedanek bê hempa raber dike. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li vê berxwedanê derbikevin. Li girtîgehan berxwedanek bê hempa heye, em wan berxwedanan silav dikin.”

Çîçek Veysî Taş û Mehmet Akar ên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dan ber agir, bi bîr anî û wiha got: “Weke ku tê zanîn di van rojên dawî de, du welatparêzan bi navê şkandina tecrîd û komployê bi gotina ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bedena xwe dan ber agir û şehîd bûn.”