Welatparêzê Kurd Ahmet Erturk jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Agûsbûrg a Elmanyayê, welatparêzê Kurd Ahmet Erturk li nexweşxaneya ku ev du hefte bû lê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da.

Welatparêzê Kurd ê ku ji sala 1990’î heta niha li bajarê Agûsbûrg a girêdayî parêzgeha Bayern a Elmanyayê dijiya, li nexweşxaneya ku ev du hefte bû lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da. Erturk ê ku sala 1963’an li navçeya Xelfetî ya Rihayê ji dayîk bûyî, sala 1976’an bi çendîn car ji ber xebatên ciwanan tê destgîr kirin, sala 1980’an dema derba leşkerî de tê girtin.

Erturk sala 1983’an tê berdan ji wir koçî Mêrsînê dike, li wir jî kar û xebatên xwe yên siyasî berdewam dike. Ji Mêrsînê jî ji ber zextên ji dewleta Tirk dibîne, sala 1990’an diçe Elmanya. Li

Elmanyayê jî di nava saziyên Têkoşîna Azadiya Kurd de cih digre û têkoşîna xwe didomîn e.

Ahmet Erturk ê ku 3 zarokên wî heyî li nexweşxaneya ku ev du hefteye lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê welatparêzê Kurd Ahmet Erturk wê sibe bişînin warê wî gundê Qûnefûrk a navçeya Xelfetî ya Rihayê veşêrin.