‘Wê têkoşîna me bi ser bikeve‘

Çalakiya rûniştinê ya ji 25‘ê Çileya 2021‘î heta niha ji bo azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her roja Çarşemiyê tê lidarxistin berdewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ji 25‘ê Çileya 2021‘î heta niha ji bo azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her roja Çarşemiyê tê lidarxistin berdewam dike. Di çalakiyê de êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi piştgiriya hêzên navneteweyî hatin protestokirin.

Di serî de fermandarê pêşeng ê Pêngava 15’ê Tebaxê Egîd (Mahsûm Korkmaz), di şexsê şehîdên meha Tebaxê û gerîlayên demên dawîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn de, ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê rêz hat girtin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Erdal Atasoy bi pîrozkirina salvegera 15’ê Tebaxê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên li Herêmên Parastina Medyayê û girtiyên di zindanan de têdikoşin û gelê Kurd dest bi axaftina xwe kir û got: “Li dijî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi ser Kurdistanê de, berpirsyariyeke giring dikeve ser milên gelê Kurd. Her kesê ji xwe re bibêje ez mirov im divê her kes bi erk û berpirsyarî rabe.,

Di serî de Rojava, bi taybetî ev çend hefte ne ku li çar parçeyên Kurdistanê rakirina ji holê ya Têkoşîna Azadiyê tê armanckirin. Gerîla çawa ku li ber vî planê rakirinê ji holê yê bi piştgiriya NATO û hêzên navneteweyî li ber xwe dide, divê em jî bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê li vê berxwedanê bibin xwedî. Me hay jê heye ku di vê pêvajoyê de hêza bi tenê ku gelê Kurd Tevgera Azadiyê xwe disipêre hêza xwe ya cewherî bi xwe ye. Eger em bi hêza şerê gel ê bi şoreşgerî bi pêş de bibin em dikarin vê konseptê bi avê de bibin. Banga me li gelê me ew e ku li gor ruhê ve serdemê her kes rolê xwe yê dîrokî bi cih biîne. Divê mirov ji bîr neke ku em bi erka xwe ranebin wê hêj sêdsaleke din jî xeyalên azadiyê yên gelê Kurd taloq bibin. Me soz daye şehîdan; em rê nadin vê û em ê bibin bersiv ji bo hesreta Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad.“