‘Wê pergala sêdare ya Îranê bi têkoşîna jinan hilweşe’

Endama Komîteya Derve ya Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Leyla Arzû Îlhan diyar kir ku wê pergala sêdare ya Îranê bi têkoşîna jinan hilweşe û got: “Divê her kes piştgiriyê bide serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.”

Di 13’ê Îlonê de jina ciwan a Kurd Jîna Emîn (22) bi malbata xwe re ji bo gerê ji Seqizê çûbû Tahranê û li wir rastî êrîşa hêzên “geştî erşad” (polîsên exlaq) yên ku di kuçe û kolanan de cil û bergên jinan kontrol dikin hat. Jîna Emînî li wir hat destgîrkirin û di encama êrîşên hêzên ‘geşt û erşad’ de li avahiya rejîmê hate qetilkirin. Ji wê rojê heta niha bi pêşengiya jinên Rojhilat û Îranê gel bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” di serhildanê de ye.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ragihand ku di xwepêşandanan de herî kêm 83 kes hatine kuştin. Polîsên Îranê jî ragihand ku hezar û 200 kes hatine destgîrkirin. Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) jî diyar kir ku di nav kesên hatine destgîrkirin de herî kêm 20 rojnamevan hene.

Hêrsa jinan li dijî qetilkirina Jîna Emînî bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” didome.

Endama Komîteya Karên Derve ya Meclîsa Îştar a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Leyla Arzû Îlhan têkildarê mijarê ji ANF’ê re axivî. Îlhan bi bîr xist ku di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jinên bedew zilamên herî qirêj têk birin û niha li Rojhilatê Kurdistanê jî jinên bedew bi wêrekî û bi hêza şoreşa Rojava li dijî pergala sêdarê têdikoşin.

‘LI DIJÎ PERGALÊ JIN DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE NE‘

Îlhan, serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê yê berxwedêr û hemû gelên Îranê silav kir û wiha pêde çû: “Rojhilata Navîn ev demek e di nava qeyraneke pergalî de ye. Ev qeyrana civakî, aborî, bawerî û civakî bi destê pergala serwer a kapîtalîst hatiye avakirin. Pergala kapîtalîst hewil dide xwe ji qeyranên ku bi destê xwe daye avakirin, rizgar bike. Ji ber vê ji her aliyî ve zextê li civakê, li hebûna mirovahiyê dike. Hewil dide vê qeyranê cardin vegerîne ser berjewendiyên xwe. Mixabin yên ku herî zêde ji vê zextê para xwe digirin jin in. Jin di dîrokê de heta niha her tim li dijî pergala bi hezarê salan a zilamperest serî rakirine û têkoşiyane.”

‘DI PERGALA ÎSLAMÎ YA ÎRANÊ DE JIN TUNE HATIN HESIBANDIN’

Îlhan bal kişand ser têkoşîna jina Kurd ya li dijî pergala şerîetê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jina Kurd, gelê Kurd li dijî pergala meleyan, pergala şerîetê ku xwe li civakê ferz dike û hemû destkeftiyên civakê ji dest derdixe, serhildanek tê kirin. Pergala Îslamî ya Îranê ji roja ku hatiye avakirin û bi vir ve bi pergala şerîetê xwe li civakê ferz dike. Bi hezaran mirov ji ber wê pergala xwînmij û sêdareyê berdêl dane. Di sala 1979’an de serhildana li dijî Mihemed Riza Şah Pehlewî cardin bi pêşengiya jin hatibû meşandin. Hemû gelên li Îranê bi taybetî gelê Kurd û pêkhateyên din hemû bi hev re li dijî pergala Şah şoreşek bi rê ve birin. Lê piştî rûxandina pergala Şax pergalê bi navê Îslamê pergala Xumeynî, civak ji hemû mafên azadiyê, demokrasiyê, wekheviyê bêpar hişt û bi navê Îslamê pergaleke ji ya Şah tundtir li civakê, li ser jinan da meşandin. Jin di pergala sêdare ya Îranê de tune hatin hesibandin.”

‘DIRÛŞMEYA JIN JIYAN AZADÎ BELAVÎ TEVAHIYA ÎRANÊ BÛYE’

Îlhan da zanîn ku serhildana li Rojhilat bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” belavî tevahiya Îranê bûye û wiha got: “Şoreşa ku niha li Rojhilatê Kurdistanê tê kirin mirov dikare bibêje teyisandinek a şoreşa gelan a gerdûnî ku li dijî pergala desthilatdare ku tê meşandin. Ger bertêkên civakê bi rengekê rêxistinkirî û bi pêşengiya jinan be, tu pergal nikare xwe li ber civakê bigire. Serhildana li Îranê nîşan dide ku çiqas pêwistiya civakê bi şoreşê heye. Divê her kes ji serhildanê hêzê bigire û li gorî vê tevbigere ku em bikarin bi vê şoreşê pergala sêdare ya ku bi destê dewleta Îslamî ya Îranê tê meşandin têk bibin. Civakên li Îranê û Rojhilat ji dîrokê heta niha tu car bi desthilatdariyê re nebûne yek. Jina li Rojhilat, jina Kurd, civaka Kurd pêşengiya têkoşîna civakan a li dijî pergala desthilatdar kiriye. Şoreşa ku niha li Rojhilat bi pêş dikeve hêviyê dide civakê. Êdî gel dikarin bi hêza xwe ya civakî li ber her tiştê têbikoşin.“ 

Di berdewama axaftina xwe de Îlhan bal kişand li ser qetilkirina Anûş Apetyan a ji aliyê leşkerên Azerbeycanê û diyar kir: “Jineke Ermenî ya bi navê Anûş bi destê hêzên çêkdar ên Azerbeycanê bi awayekî hovane li pêşberê civakê hat qetilkirin. Dewleta Ermenistanê li şûna ku xwedî li leşkera xwe ya jin ku ji bo ku xaka xwe biparêze têdikoşe derbikeve, berevajî vê yekê bi hişmendiya berjewendîparêz 2 gerîlayên PKK’ê ku ji bo azadiya gelan têdikoşin bi awayekî hovane radestê dewleta Tirk ku di her keliyê de piştgiriya Azerbeycanê dike, kir. Bi vê yekê xuya ye ku pergalên netewe dewlet çawa li gorî berjewendiyên xwe yên qirêj hemû civakê û pêkhateyên azadîxwaz paşguh dikin.“

‘JINÊN BEDEW ZILAMÊN HERÎ QIRÊJ TÊK BIRIN’

Îlhan diyar kir ku berteka li Rojhilatê Kurdistanê bi pêş ket bingeha xwe ji fikir, raman û paradigmaya Rêber Apo ku bi bîrdoziya azadiya jinan derxistiye pêş digire û wiha dewam kir: “Îro ji aliyê pergala sêdare ve jinek ji bo ku piçek porê wê xuya dike tê qetilkirin, lê bi hezaran jin dibêjin, eger porên me guneh be em ê vî porî jê bikin û bertek nîşan didin. Ev ji bo civakên Îranê û Rojhilata Kurdistanê serkeftin e. Jin li Rojhilatê Kurdistanê tevî hemû êrîşên pergala desthilatdar bi wêrekî derdikevin kolanan, bi reqsa xwe li ber tevgerên ku desthilatdar qedexe kirine radibin û laçikên ku rejîmê li ser jinan ferz kirine dişewitînin. Li kolanên Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî azad pêşengiya şoreşê dikin. Jina Kurd bi ked, piştgirî û hevaltiya Rêbe Apo di şoreşa Rojava de piştgiriyek cîhanî bi dest xist. Li rojavayê Kurdistanê jinên bedew zilamên herî qirêj têk birin. Niha li Rojhilatê Kurdistanê jî jinên bedew bi wêrekî û bi hêza şoreşa Rojava li dijî pergala sêdareyê têdikoşin. Di heman demê de bi xwe re hemû gelên Rohilatê Kurdistanê, hemû pêkhateyên li Îranê tev li serhildanê dikin. Ev serketinek a têkoşîna civakan e.”

‘RÛYÊ RAST Ê PDK’Ê EŞKERE DIBE’

Îlhan, îşaret bi çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî rejîma Îranê kir û got: “Ev çalakî tenê ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê ve tên astengkirin. Ev cihê êşê ye, ji xwe PDK’ê ji dîroka xwe heta roja îro li ber Tevgera Azadiya Gelê Kurd bûye asteng. Niha jî bi girtina pêşiya çalakiyên ji bo serhildana Rojhilat bi awayekî eşkere rûyê PDK’ê derdikeve holê.”

‘WÊ PERGALA SÊDARE YA ÎRANÊ BI TÊKOŞÎNA JINAN HILWEŞE’

Îlhan anî ziman ku divê her kes piştgiriyê bide vê serhildanê û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Çirûska ku bi qetilkirina Jîna Emînî re li Rojhilatê Kurdistanê destpê kir, wê pergala sêdare ya Îranê hilweşîne. Lewma piştgiriya cîhanî û têkoşîna navxweyî ya gelên Rojhilat pir girîng e ku em bi hev re bikarin bi têkoşîneke yekpare serhildana ku niha li Rojhilatê Kurdistanê tê birêvebirin bigihînin serketinê û azadiya civak û jinê mîsoger bikin.”