‘Wê pêngava dîplomatîk destpê bike’- NÛ BÛ

Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê dikeve hefteya 4’an. Ji bo ku CPT bikeve dewrê, hevdîtinên dîplomatîk didomin. Niha tenê xebat bi giranî li navenda Fransayê tê birêvebirin û wê belavî hemû Ewropayê bibe.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, di roja 20’î de ye. Greva birçîbûnê li bajarê ku Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) ku divê saziya yekem serdana girava Îmralî bike ye û ji vê berpisyar e, Konseya Ewropayê (KE) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) lê ye hatiye destpêkirin û heta niha ji van saziyan têkildarî tecrîdê gav û helwestekî vekirî nehatiye nîşandan. Çalakgerên grevê daxwaz dikin ku CPT û saziyên Ewropa li dijî tecrîdê gavekê bavêjin û helwesteke diyar nîşan bdiin.

Nûnerê Karê Derve yê Konseya Civaka Demokratîk a Kurd ya Fransayê (CDK-F) Agît Polat qala hevdîtin û xebatên dîplomasiyê yên ji bo pêvajoya dema bê kir. Polat got rewşa dîplomatîk çiqas bi hêz be wê çalakî jî di demek kurt de bigihije armanca xwe.

XEBATA JI DU ALIYAN VE..

Polat diyar kir ku ji destpêka greva birçîbûnê ve hewldanên dîplomatîk didomînin û diyar kir ku ji ber Noel, serê salê, sazî girtîbûn ji ber wê heta niha xebatên di vê herêmê de pêşve neçûne û wê di vê demî de zêdetir girîngiyê bidin dîplomasiya gel.

JI FRANSIYAN KOMÎTEYA PIŞTEVANIYÊ

Polat ragihand ku ji bo ku çalakiyên gerva birçîbûnê bigihînin girseyeke berfireh, Komîteya Piştevaniyê ava kirine û wiha domand; “Komîte ji dostên Fransî pêk tê û di nava 9 saziyên cuda de nûnerên partî û gelek rêxistinan cih digire. Ji bo ku em derbasî girseya derve bibin bi vê armancê ev komîsyon hate ava kirin. Armanc û daxwaza me ew e ku em vê çalakiyê bixin rojeva raya giştî ya Fransayê.”

WÊ BELAVÎ HEMÛ EWROPAYÊ BIBE

Polat diyar kir ku têkildarî greva birçîbûnê banga Tevgera Aştî ya Fransayê heye û wiha got; “Têkildarî raya giştî ya Fransayê xebateke me ya berfireh hebû. Li aliyê din li Elmanya û Swîsreyê jî xebatên me destpê kirin. Piştî ku 7’ê Çileyê betlane qediya, wê xebatên me li hemû welatên Ewropa were kirin.”

KAMPANYAYA ÎMZEYAN DIDOME

Polat ragihand ku kampanyaya wan a îmzeyan a 20’ê Çile ku ji bo zext li CPT’ê bikin ku bikeve tevgerê hatî destpêkirin didome û wiha domand; “Armanca me ew e ku bi vê kampanyayê re hê bêhtir zext li CPT bikin û erk û berpirsyartiya CPT’yê bînin bîra wan. Me dosya û belavok bi awayekî sererast amade kirin û ji hemû sazî, deste, rêxistin û partiyên siyasî yên Ewropayê re şandine. Li dora greva birçîbûnê ya Strasboûrgê em ê pêngavekî dîplomatîk bidin destpê kirin.”

WÊ SERDANA 45 NÛNERTIYAN WERE KIRIN

Polat diyar kir ku wê di navbera dîrokên 14-18’ê Çile de bi taybet li Konseya Ewropa û CPT hewldanan bikin û ev agahî parve kir; “47 welat endamên Konseya Ewropayê ne. Em ê serdana nûnertiya 45 welatan bikin û daxwaza hevdîtinan bikin, tenê Tirkiye û Ezerbaycan ne di nav de, em ê têkildarî çalakiyê agahdar bikin û dosyeyayan ji wan re parve bikin. Di nava Konseya Ewropayê de jî wê hewldanên me yên ji bo Sekreteriya Giştî, Kabîneya Sekreteriya Giştî û di asta CPT de çêbin. Mihatabê me yê bîngehîn CPT e. Em ê raste rast bi CPT’yê re hevdîtinan bikin û agahiyên berfireh yên çalakiyan, rewşa çalakgerên greva birçîbûnê û kampanyaya îmzeyan ji wan re ragihînin.”

LI PARLAMENTOYA EWROPAYÊ PLANA HEVDÎTINAN

Polat diyar kir ku wê ji 21’ê Çileyê ve li Parlamentoya Ewropayê hewldanên hevdîtinên bi hemû partiyên siyasî û parlamenteran re were çêkirin û wiha got; “Wê vê hefteyê 21’ê Çileyê hemû partiyên siyasî û parlamenter li Parlamentoya Ewropayê bin. Wê raste rast bi komên siyasî, parlamenter û partiyên siyasî re hevdîtin were kirin û têkildarî çalakiyê werin agahdarkirin. Armanca me ew e ku parlamenterên Parlamentoya Ewropayê werin cihê çalakiyê û peyamên piştevaniyê bidin.”

DIVÊ TEVLÎ PÊVAJOYA MONİTORUNG BÊ KIRIN

“CPT, bi rewşa xwe ya niha tecrîdê erê dike. Heta ku CPT nekeve tevgerê wê weke hevparê tecrîda Tirkiye pêk tîne, bê zanîn. Me ev, di hevdîtinên rû bi rû yên bi rayedarên CPT’yê re kirî de jî anî ziman. Divê li ser Tirkiyeyê pêvajoya çavdêriyê bê destpêkirin. Dema ku CPT’yê erka xwe pêk anî, rapora xwe eşkere kir, Tirkiye dikare di asta Konseya Ewropayê de bikeve pêvajoya monitoringê (çavdêriyê).  Ango divê CPT vê tecrîda giran a li ser Rêbertiyê eşkere bike û derîne holê. Heke CPT vê pêk neyne, divê Tirkeye bikeve pêvajoya monitoringê. Mijara herî girîng a di rojeva me de ew e ku Tirkiye bikeve pêvajoya monitorungê.”

WÊ DÎPLOMASIYA GEL BI SER BIKEVE

Polat bal kişand ser dîplomasiya gel jî û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Li dijî tecrîda girankirî em dixwazin berteka û rexneyên civakî, bihistiyarkirina raya giştî û raya giştî bikin navgîneke zextlêkirinê.  Dîplomasiya ku sazî, patiyên siyasî hwd tê meşandin, bi dîplomasiya gel ve serkeftina wê pêkan e. Lewma divê gelê me tevlî vê pêvajoyê bê kirin.”

JI 4 PARTIYAN DAXUYANIYÊN PIŞTGIRIYÊ

Partiya Komunîst a Fransa, Partiya Çepgir, Partiya Keskan û Partiya Antî Kapîtalîst a Nû bi daxuyaniyan piştgirî dan çalakgerên greva birçîbûnê. Di daxuyaniyan de wiha hate gotin;

Partiya Komunîst a Fransayê: Em piştevaniya çalakiyên greva birçîbûnê dikin. Em piştgiriyê didin têkoşîna naskirina mafê çandî û siyasî ya Kurdan a li Tirkiyeyê, û têkoşîna demokrat, gelê Kurd, Leyla Guven, aşitî û demokrasiya li Tirkiyeyê. Em bang li saziyên navnetewî dikin ku bikevin nava tevgerê.

Partiya Antî Kapîtalîst a Nû: Pêkanînên hikûmeta Tirk divê bê ceza nemîne. Em daxwaz dikin ku Abdullah Ocalan ê were berdan, hemû girtiyên siyasî werin berdan û PKK ji lîsteya terorê were derxistin. Em daxwaz dikin ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê pêk werin.

Partiya Çepgir: Divê PKK ji lîsteya rêxistinên terorê were derxistin. Şervanên Kurd Kobanê, Mûsil û Reqa azad kirin. Xwediyê van perspektîfan û Abdullah Ocalan ê ku bi pêşniyaran dixwaze Rojhilata Navîn aşitiyê ava bike divê were berdan. Ji bo demokrasî, gelê Tirk, Kurd û Rojhilata Navîn şertê herî rast ê çareserkirina siyasî ye. Li ser vî bingehî em piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven.,

KOORÎNASYONA 28 PÊKHATEYAN

Koordînasyona Piştevaniya Netewa Kurd a Fransayê ku ji 28 pêkhateyên partiyên siyasî û rêxistinên Fransayê pêk tê têkildarî greva birçîbûnê daxuyanî da. Koordînasyonê ragihand ku ew piştgiriya çalakiya dikin û bang li CPT û Konseya Ewropa kirin ku demildest bikevin nava tevgerê.

Çavkanî: Yenî Ozgur Politîka