Wê civîna Davosê bi protestoyan dest pê bike

Forûma Ekonomiyê ya Cîhanê (WEF) ya ku serokên welatan tîne ba hev, wê bi protestoyên ji bo avhewayê dest pê bike.

Civîna Davosê ya ku her sal li bajarê Davosê yê Swîsreyê tê lidarxistin wê îsal jî di navbera 21-24’ê Çileyê de cara 50’emîn were lidarxistin. Ji 117 welatan wê 3 hezar siyasetmedar, karsaz, akademîsyen û nûnerên saziyên civakî tevlî civînê bibin. Wê serok û serokwezîrên 50 welatan jî tevlî civînan bibin.

Wê nêzî 400 danişîn were kirin. Tê payîn ku di civînan de krîza di navbera DYE û Îranê de, geşedanên li Lîbyayê û krîza li Rojhilata Navîn werin rojevê.

Forûma Ekonomiyê ya Cîhanê (WEF) diyar kir ku guherandina avhewayê yek ji meseleya wan a sereke ye lê jîngehparêz di serî de, beşeke zêde xwe amade dikin ku WEF’ê protesto bikin. Ji bo balkişandina germahiya global û qirêjahiya jîngehê roja Yekşemê ji bajarê Landqûart ê Swîsreyê ber bi Davosê ve meşeke ji bo 3 rojan hate destpêkirin. Bi hezaran çalakger wê piştî 3 rojan û meşa 40 kîlometreyan wê bigihêjin Davosê. Hate diyarkirin ku çalakger di 21’ê Çileyê de jî wê li gelek navendên Swîsreyê li dijî WEF’ê çalakiyan li dar bixin.