Volkanê La Palma vemirî

Rayedarên li Girava Kanaryayê eşkere kirin ku teqîna volkanîk a li girava La Palmayê ku meha Îlonê dest pê kir, bi rengekî fermî qediya ye.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez bidawîbûna teqîna volkan weke 'diyariya herî baş a Noelê' ragihand.

Lê belê nûnerek ji komîteya rewşa lezgîn a volkanîk a Giravên Kanaryayê diyar kir ku agahiya hate ragihandin dilê mirovan hinekî rehet kiribe jî asta hilweşîner a li giravê nîşan dide ku rewşa lezgîn a li La Palmayê hînê neqediya ye.

Herikîna lav û tehtên heliyayî yên ji volkanê Cumbre Vieja herikîn, 3 hezar avahiyê li La Palmayê, rêyên jiyanî, sîstema avdanê û zeviyên çandiniyê xera kir.

Tê texmînkirin ku teqînê bi 900 milyon Euroyî zêdetir xisar li binesaziya giravê kiriye.

Serokwezîr Pedro Sanchez ku gelek caran serdana herêmê kir, ji bo avakirina avahiyan û kirîna pêwîstiyên bingehîn, her wiha ji bo cotkar û masîgiran soza dayina 225 milyon Euroyî ya alîkariyê da.

Madrîdê her wiha ji Komîsyona Ewropayê xwest ku fona piştevaniyê ya Yekîtiya Ewropayê bixe meriyetê.

Volkanologan jî piştrast kirin ku belavbûna gaz, lav û lerizîna li volkan roja Şemiyê qediya ye.