Unîcef: Ji kuştina zarokên li Til Rifatê divê berpirs werin dîtin

Unîcefê bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir li Til Rifatê 8 zarokên ku temenê wan kêmî 15'an in, hatine kuştin û got, divê êrîşkar ji kuştina zarokan berpirs werin dîtin.

Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (Unîcef) bi daxuyaniyekê bal kişande ser zarokên ku bi êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi bombebarana 2'yê Kanûnê 8 zarokên ku temenê wan di bin 15'an de bûne hatine kuştin û 8 jê birîndar bûne û domand, ''Vê meha dawî ji ber êrîşan li Bakurê Sûriyê 34 zarok hatine kuştin''. Di êrîşê de 8 jê zarok 10 sivîl şehîd bûn û ji 10'an zêdetir jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li gelek navendên Sûriyê ji ber şer her ku diçe zêdetir zarok dimirin û prensîba ku divê di şer de zarok bêne parastin di şerê 9 salan de ya li Sûriyê tim hatiye piştguhkirin.

Her wiha bang li aliyên şer ên li Sûriyê kir ku di her şertî de mafên zarokan biparêzin û got: ''Ên ku êrîş anîne, ji ber ku bi qest zarokan kuştine divê berpirs werin dîtin.''