Tûrnûvaya Sporê ya Ciwanan a Şoreş Amed bi dawî bû

Tûrnûvaya Sporê ya Ciwanan a Şoreş Amed ku li Rennesê pêk hat, bi dawî bû.

Tûrnûvaya Sporê ya Ciwanan a Şoreş Amed ji aliyê Meclîsa Gel a Amarayê ve li bajarê Rennes ê Fransayê hate lidarxistin û ji gelek bajarên herêma Bretonyayê gelek kes tevlî bûn.

Tûrnûvaya ciwanan bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên Zapê destpê kir.

Tîmên enternasyonalîst jî di nav de 22 tîm tevlî tûrnûvayê bûn.

Di daxuyaniya têkildarî tûrnûvayê de hate gotin, "Tûrnûva piştevanî û têkiliyên me yên civakî û rêxistinî xurt dike, keda hevpar a ciwanan radixe pêş çavan."

Ji bo PKK ji 'listeya rêxistinên terorê' bê derxistin li qada tûrnûvayê stand hatin danîn.

Ji bo tîmên zarokan ên tevlî tûrnûvayê bûn, madalya hatin dayin.

Di encama tûrnûvayê de tîma Amedspor bû yekemîn, tîma FC Kaza bû duyemîn û tîma Real Kurdî jî bû sêyemîn.