Tûrhalli: Her Misilman divê li ber artêşa Tirk rabe

Serokê Giştî yê CÎK'ê Hafiz Tûrhalli anî ziman ku dewleta Tirk ji ber ku li dijî gerîla neserketî ye, çekên kîmyewî bi kar tîne. Tûrhalli destnîşan kir ku her kesên Misilman û xwe 'mirov' dibîne divê li ber artêşa Tirk rabe.

Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Tûrhalli li ser êrîşên artêşa Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla, her wiha şewitandina cenazeyên leşkeran ji aliyê artêşê ve, ji ANF'ê re axivî.

Tûrhalli anî ziman ku artêşa Tirk di dîrokê de her tim bi rengekî nehevseng êrîş kiriye û got, "Her tim hêzên ji xwe biçûk, civak bi rengekî bêrehm qetil kirin. Ji holê rakirin. Bala xwe bidin ser, tehcîrkirina Ermenan bi vî rengî ye. Tunekirina Asûran bi heman rengî ye. Tunekirina Keldanî û Çerkesan jî bi heman rengî ye. Yanî artêşa Tirk di vê mijarê de hêzeke gelekî zêde bi kar aniye. Dîrok bi vî rengî ye. Di şerê navxweyî de jî gelekî bêrehm bûne."

'LI HEMBERÎ ZAROKÊN KURDAN NIKARIN BI SER BIKEVIN'

Tûrhalli got, gotina 'Em ê kevir li ser kevir, serî li ser bedenê nehêlin' a artêşa Tirk e û destnîşan kir ku ev gotin karakterê artêşê radixe pêş çavan. Tûrhalli destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî ji bo vê artêşê nîşaneya têkçûnê ye û got, "Artêşa xwe ya ji milyonek leşkerî heye. Îdîa dikin ku duyemîn mezintirîn artêşa li nava NATO'yê ye. Tank, top, balafir, cerdevan, sîxur, nokerên xwe têrê nake niha çekên kîmyewî bi kar tînin. Li hemberî zarokên Kurd ên ku bi çekên ferdî bi rengekî bêhempa li ber xwe didin, nikarin bi ser bikevin. Çekên kîmyewî bi kar tînin ku ev çek bi peymanên navneteweyî hatine qedexekirin. Wan bi xwe jî mohra xwe danîne binê van peymanan. Ev yek weke belgeyeke navneteweyî qebûl kirine. Bi qasî ku peymanên bi xwe îmze kirine bi cih nînin, lawaz in, bêhêz in. Vê yekê nîşan didin."

Tûrhalli bi bîr xist ku artêşa Tirk li hemberî hêzên gerîla beriya niha jî çekên kîmyewî bi kar anî û destnîşan kir ku zêdeyî 7 meh in li Başûrê Kurdistanê di êrîşên dagirkeriyê yên bênavber de timî çekên kîmyewî bi kar tîne. Tûrhalli anî ziman ku artêşa Tirk li gel bikaranîna teknîka hewayî û bejahî jî li hemberî gerîla nikare bi ser bikeve, lewma çekên kîmyewî timî bi kar tîne û got, "Ev çek li hemberî gerîla, li hemberî xwezaya me têne bikaranîn. Lê belê cîhan bêdeng e. Ya balkêş bêdengiya cîhanê ye. Wijdanê wan nema ye. Dewleta Tirk ji xwe wijdanê xwe ji dest daye. Ji mirovahiyê derketiye, têkiliya xwe bi mirovbûnê re nema ye. Qanûn hene ku hêzên navneteweyî çêkirine. Divê li gorî van qanûnan tevbigerin. Eger yên ku ev qanûn danîne nikarin bi cih bînin, çima qanûn amade kirine. Gelo ev qanûn tenê hêzên mezin li hemberî hev hêz bi kar anîn, hingî bi cih têne anîn? Gelo serbest e ku li hemberî hêzên biçûk ên mafê xwe diparêzin çekên kîmyewî bêne bikaranîn? Ev qanûn bi cih têne anîn? Ev yek felaket e. Hûn bi artêşa xwe nikarin bi komek ji gerîlayên Kurd. Û çekên kîmyewî bi kar tînin. Yên ku çekên kîmyewî bi kar tînin wê têk biçin."

Tûrhalli destnîşan kir ku mirovên ji xwe re dibêje 'ez mirov im, durust im, oldar im, misilman im' divê li ber vê yekê rabin û vî sûcê bikaranîna çekên kîmyewî teşhîr bikin.

'ZAROKÊN XWE NEŞÎNIN LEŞKERIYÊ'

Tûrhalli di dewama axaftina xwe de bal kişand ser şewitandin û bombekirina cenazeyên leşkeran ji aliyê artêşê ve û bang li mirovan kir ku zarokên xwe neşînin leşkeriyê. Tûrhalli got, "Zarokên we dikujin. Cenazeyên wan parçe dikin, yan jî benzînê lê dikin û dişewitînin."

Tûrhalli diyar kir ku divê malbatên leşkeran li hemberî vê yekê qiyametê rakin û got, "Divê zarokên xwe neşînin leşkeriyê. Nebin hevparê vê zilmê. Bifikirin ku hûn ê li ser xwîna zarokên xwe bijîn. Gelo ji vê xerabtir tiştekî din heye? Ev yek dejenerebûna exlaqî ye. Dibê li ber vê dejenerebûnê rabin."