‘Tu kes nikare berxwedana Êzidiyan bişkîne’

Çalakvanên greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger a li kampa Lavrîo ya Yewnanîstanê êrişa dewleta Tirk ya li ser Şengalê şermezar kir û hate diyarkirin ku tu kes nikare berxwedana civaka Êzidî û gelê Kurd bişkîne.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li kampa Lavrîo ya Yewnanîstanê ya bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê ku di çarçoveya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatibû destpêkirin, her 5 rojan carekê tê dewrstendin. Çalakî îro di roja 226’an de bi merasîmekê ji koma 46’an re hat dewrkirin.

 Piştî dewrgirtina çalakiyê çalakvan Îzzet Topgaç axivî û bal kişand ser êrîşa Dewleta Tirk a li ser Şengalê û wiha got: “Em êrîşa dewleta dagirker ya Tirkan a li ser gelê Şengalê bi tundî şermezar dikin. Ev êrîşa hovane li ser gelê sivîl pêk hatiye û li hemberî wê ne Barzanî û ne jî dewleta Iraqê deng nakin. Ew jî hevkarê wan in. Em wan jî şermezar dikin. Tu kes nikare berxwedana gelê Kurd û her wiha berxwedana gelê Şengalê berxwedana Êzidiyan bişkîne. Bimire îxanet, Bijî Kurdistan.”

Çalakî piştî axaftinan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , "Bijî berxwedana Şengalê" û “Bijî Berxwedana Zindanan” û bi tililîyan ji aliyê koma 46’an ve hate dewrkirin.