Trajediya li Manşê: Giliyê rayedaran hate kirin

Saziya alîkariyê Charity, bi hinceta ku di dema trajediya Manşê de ku 27 kesan jiyana xwe ji dest dan, 'neketine nava liv û tevger' giliyê rayedarên Îngiliz û Fransayê kir.

Saziya alîkariyê Charity ku piştgiriyê dide mirovên li Bakurê Fransayê ji cih û warê xwe bûne, roja Înê li dadgehên Fransayê midûrê ewlekariya peravî yê Îngilistanê, şefê deryavaniyê yê Qenal Fransa û midûrê ewlekariya peravî ya herêmî ya Fransayê bi hinceta 'kuştina mirovan a bi zanebûn' û 'alîkarî nedayina' ji bo mirovên hewcedar, sûcdar kir.

24'ê Mijdarê li peravên Calaisê, ji ber noqbûna keştiyekê 27 cesed ji deryayê hatin derxistin ku herî kêm 17 ji wan mêr, 7 jê jin û sê jê jî zarok bûn.

Dozgerê Parîsê Laure Beccuau hefteya derbasbûyî ragihand ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane keçeke heft salî, ciwan û çar jin ji Başûrê Kurdistanê bûn, yên din jî ji welatên Efganistan, Misir, Etiyopya, Somalî, Îranê bûn.

Utopia 56 ragihand ku li gorî gotinên du kesên ji trajediyê rizgar bûn, xizmên kesên jiyana xwe ji dest dan û hin kesên heman rojê ji herêmê derbas bûn, koçber beriya jiyana xwe ji dest bidin banga alîkariyê li tîmên rizgarkirinê yên Fransayê û Îngilistanê kiribûn.

Ji ber vê yekê jî saziya alîkariyê giliyê rayedaran kir û got, "Zelalî û rastî ya qurbaniyan û malbatên wan e."

Koordînatora neteweyî ya Utopia 56 Charlotte Kwantes got, "Yekane rêya bersivdana li bêhiqûqî û kiryarên nemirovane yên dewletan ên li hemberî mirovên ji cih û warê xwe bûne, bikaranîna qanûnan e. Em jî bi vî rengî dikin."