TJK-E'yê ji bo çalakiyên 8'ê Cotmehê banga tevlîbûnê kir

TJK-E’yê di salvegera komploya navneteweyî de banga tevlîbûna çalakiyên 8'ê Cotmehê yên li tevahiya Ewropayê kir ku wê bi dirûşma "Azadiya Rêbertî azadiya me ye" bêne lidarxistin.

TJK-E'yê da xuyakirin, ku di sala 25'an a komployê de bersiva ku wê bê dayîn, bi serxistina berxwedana bi rûmet û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Daxuyaniya nivîskî ya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) wiha ye: “Em dikevin sala 25'an a komploya navneteweyî ku di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd hate kirin. Em Rêber Apo yê ku careke din li dijî 'komploya sedsalê' têkoşîneke bêhempa dimeşîne, silav dikin; Em şehîdên xwe yên ku li dijî komployê bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' xeleka ji agir çêkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Em gelê xwe û dostên xwe yên bi eşqa azadiyê, li dijî hemû pêkanînên qirkirina fizîkî, siyasî û çandî yên dijmin li ku dibin bila bibin, ji bo parastina nasname, rûmet û hebûna xwe têdikoşin, silav dikin.

ERKA MISOGERKIRINA AZADIYÊ LI PÊŞIYA ME YE

Komplo bi têkoşîn û paradigmaya ku Rêber Apo danî holê û bi berxwedana Tevgera Azadiyê û gelê me hat pûçkirin, lê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo weke erkek li pêşiya me ye. Zextên di pergala êşkenceya Îmraliyê de ku ji aliyê hêzên komploger ve bi pratîkeke taybet hatiye avakirin, derketiye asta ku ji xeyala mirovan wêdetir. Ji ber ku Rêberê me yê ku 19 meh in agahî jê nayê girtin, li ber xwe dide, zextên li ser wî zêde dibin. Dixwazin têkiliya fizîkî ya Rêber Apo ya bi civak û cîhanê re qut bikin û nehêlin fikir û perspektîfên wî bigihêjin civakê û bi vî rengî rê li ber avabûneke nû ya civakî bigirin.

DIVÊ CPT ÊDÎ ROLA XWE BILÎZE

Herî dawî di çapemeniyê de hat ragihandin ku CPT’yê ya ku ji kontrolkirina pêkanînên li dijî mirovahiyê, êşkence û pêkanînên xerab ên li girtîgehan berpirsyar e, çûye Îmraliyê. CPT, bi şopandina pergala êşkenceyê ya ku 25 sal in her diçe zêde dibe, divê êdî rola xwe ya rast bilîze. Tenê bi serdan û her wiha ravekirineke têrker a li ser tiştên li Îmraliyê pêk tê, wê gelê Kurd û raya giştî razî neke. Divê li dijî êşkenceya tecrîdê helwestê nîşan bide û mekanîzmaya cezayê li dijî dewleta Tirk aktîf bike.

NIKARIN PÊŞIYA DILSOZIYA BI AZADIYÊ BIGIRIN

Divê were zanîn ku; dilsoziya vî gelî, jin û hemû beşên civakê yên alîgirê jiyana azad, bi Rêber Apo re ku bi felsefeya ‘hêvî ji serkeftinê bi rûmettire’ nayê qutkirin. Ti dîwar nikare hesta azadiyê ya di gelan û jinan de şiyar bûye asteng bike. Niha fikir û ramanên Rêber Apo û paradîgmaya ekolojîk a demokratîk a azadiya jinê li hemû cîhanê belav bûye. Ev berxwedan îradeya li dijî qirkirina Kurdan a ku ev sed sal in didome ye; Berxwedana civakê berxwedana hemû beşên bindest e, jinên ku di dîrokê de mafê axaftinê ji wan hatiye girtine.

BI DIRÛŞMEYA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ BERSIV TÊ DAYÎN

Ne tenê berxwedan, îrade, hêz û rêxistinbûna avakirina sîstemeke nû ye. Gelê Kurd di sala 25. a têkoşîna xwe ya li dijî komploya navneteweyî de, ne tenê hebûna jinê parast, modela civakî ya azadîxwaz a birêxistinkirî da jiyandin û bi vê re îlham da gelan û jinên cîhanê. Weke ku di çalakiyên piştî qetilkirina Jîna Emînî de îro jî hate dîtin, dirûşma 'Jin jiyan azadî' di têkoşîna azadiya jinê ya sedsala 21'an de jî bûye paroleyek; bû pusulaya hemû jinên serhildan û têkoşînê.

Rêber Apo got, " Li ku derê bim, li ku derê bijîm, ji bo civaka ku ez tê de me, ji bo Kurdan, Yekîtiya Netewên Demokratîk ku rêya çareserî û rizgariya hemû gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê ye, heta dawiyê ez ê têbikoşim. Ez ê bi kesayeta xwe ya heqîqetê bimeşim, jiyanê qezenc bikim û bi her kesî re parve bikim.” Dîrok û berxwedana bi rûmet nîşanî her kesî da ku ev rastî ji niha ve bi ser ketiye, komploger têk çûne.

EM BERPIRSYARIN KU PÊNGAVÊ BIGHÎNIN FÎNALÊ

Em dikevin sala sêyemîn a pêngava 'Dem dema azadî' ya ku Tevgera Azadiya Kurd daye destpêkirin, ezmûneke têkoşînê ya girîng derketiye holê, lê xeteriyên komployê bi tevahî ji holê ranebûne. Îro zindan li ber xwe didin. TC’yê ji bo tolê ji gel hilîne, dapîr û bapîrên 80 salî dîl digire; Cenaze li pey hev ji girtîgehan derdikevin. Gerîlayên azadiyê yên li Zap, Avaşîn û Metîna li ber xwe didin. Li hemberî çekên kîmyewî, çekên nukleerî yên taktîkî bi ruhek fedaî yê bêhempa li ber xwe didin. Dewleta Tirk a faşîst di 100’emîn salvegera komara ku li ser tinekirina gelan hatiye avakirin de dixwaze konsepta tasfiye û tinekirinê bigihîne encamê. Bersiva 25’emîn salvegera komployê, ji bo kesên weke me yên ku destekê didin xeta azadiyê, divê êdî vê berxwedana bi rûmet bigihînin encamê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

AZADIYA RÊBERTÎ AZADIYA ME YE

Dem dema seferberiya ji bo azadiya Rêbertî, parastina gerîlayên berxwedêr û layiqî bîranînên fedaî yên bi gotina “Hûn nikarin roja me tarî bikin” hatiye. Dem dema serkeftina ku bi mîlyonan dirûşma 'Jin jiyan, azadî' diqîrin hatiye.

Bi vê biryardariyê em bang li gelê xwe, jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn dikin ku di salvegera komploya navneteweyî de bi dirûşma “Azadiya Rêbertî azadiya me ye” 8'ê Cotmehê roja Şemiyê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê li tevahiya Ewropayê dakevin qadan û bi xurtî beşdarî çalakiyên bê lidarxistin bibin.”