TJK-E'yê Hêvî Gabar bi bîr anî

TJK-E'yê jina Kurd a şoreşger Hêvî Gabar bi bîr anî û got, "Hevrê Hêvî ku raman û felsefeya Rêber Apo ji bo xwe weke rengê jiyanê hilbijartî, ji bo ku vê li hemû qadên jiyana xwe pêk bîne têkoşîneke bê ser û ber da."

Tevgera Jina Kurd a Ewropayê (TJK-E) têkilî Hêvî Gabar (Gulîstan Aksoy) ku 26'ê Tîrmehê ji ber nexweşiyekê şehîd bûyî daxuyaniyeke niviskî da. TJK-E'yê di daxuyaniya niviskî de wiha got:

"Bi şehîdbûna Hêvî Gabar (Gulîstan Aksoy) ku jiyana xwe di ber gelê Kurd û têkoşîna azadiyê de dayî em pir xemgîn bûn. Em hevrê Hêvî ku ev demek bû tedawî didît û li Berlînê ya Elmanyayê şehîd bûyî bi hezkirin, hurmet û minetdariyeke mezin bi bîr tînin. Em Tevgera Jina Kurd sersaxiyê didine malbatê, gelê Kurd û jinan.

Hevrê Hêvî bi bawerî, nasnameya xwe ya berxwedêr û bi dilê xwe yê mezin tevahiya jiyana xwe di ser xeta azadiya jinê de bûye temsîla kesayata şoreşger, li gelek qadên têkoşînê li herî pêş cih girtiye û ji her kesî re bûye kane moral û hêzeke mezin.

DILÊ WÊ TI CARAN JI XAKÊ QUT NEBÛ

Hevrê Hêvî ku ji gundê Baqistanê ya Stewrê ya Mêrdînê ye, salên 90'î piştî ku gundê wan tê şewitandin, li dijî ferzkirina cerdevaniyê ji hêla fizikî ve her çendî hê zaroktî bêgav mabe ku ji ser xaka xwe qut bibe bi dilê xwe û ramanên xwe qet ji ra û rîşalên xwe qut nebûye. Hêrsa wê ya li dijî dewleta Tirk azweriya wê ya têkoşînê bêhtir no kir û tim hilbijart ku li herî pêş be. Hê di ciwaniya xwe de tevlî nav refên Têkoşîna Azadiya Kurd bû. Bi enerjiya xwe ya pozîtîf di xebatên ciwantiyê de ji lêgerîna azadiyê re bû bersiv, bû ziman û qelema xwe li qadên çapemeniya azad bû ziman û qelema gel û jinên ku dihate xwestin ku were bêdengkirin. Tekane xeyala hevrê Hêvî ku di demên cuda de li zindanên Îranê û Tirkiyê mayî ew bû ku bigihije çiyayên azad. Tim bêriya çiyan dikir. Ev bêrîkirina xwe cih anî, berê xwe da çiyayên azad û di nav refên şoreşa Kurdistanê de cihê xwe girt.

ŞOREŞGEREK BÛ KU DI XWE HILNEDIHAT

Hêvî weke avekê bû. Herikbar û zelal. Dema ku şoreşgerî hewce dikir çi diviya bihata kirin, diviya çi bikira, biherikiya kûderê û diviya li kûderê bûye bûyina li wir ji xwe re kiribû rêgez. 2014'an dema ku DAÎŞ'ê êrîş bi ser Rojava de hat, got,''divê li wir bim.''. Û weke navê xwe ne tenê ji bo jinên li Rojava, ji bo hemû jinên cîhanê bû hêvî, li gel hevrêyên xwe.

Hê destpêka şerê dijî DAÎŞ'ê li gel ku li eniya Til Koçer ji paqa xwe birîndar bû jî xwe neda paş. Piştî demeke kurt a pêvajoya tedawiyê li herî pêş şer kir. Piştî bi salekê li nêzî Serêkaniyê pê li mayinê kir, ya ku DAÎŞ'ê danîbû û birîndar bû. Li welatê wê hê gelek xak, gelek çiya, şopên gelek lehengan hebû ku wê bişopanda lê birînên wê yên dawî tedawiyeke berfirehtir ferz kiribû.

PERWERDEKAR, ÇALAKVAN Û PÊŞENGA GEL

2017'an Gulanê hate Ewropayê, li Elmanyayê û pêvajoyeke giran a tedawiyê dît, gelek caran emeliyat bû. Lê ev hemû jî nebû sedem ku ew li bara gelê xwe, xwe berpirs nebîne. Li nav gelê xwe me, li nav gelê xwe yê ji bêgavî li sirgûnê dijî, heta roja şehîdbûnê bû perwerdekar, çalakger û pêşenga gel. Hezkirina li welatê xwe vegot, bêhna welatê xwe da her Kurdistanî, jinê û zarokan.

Hevrê Hêvî raman û felsefeya Rêber Apo ji bo xwe kiribû weke rengê jiyanê, ji bo ku li hemû qadên jiyanê vê bijî têkoşiyeke bê ser û ber da. Ew kedkara şoreşê ye, avakara konfederalîzma demokratîk, Hêviya hevrêyên we, şervana têkneçûyî ya têkoşîna azadiyê bû. Hevrê Hêvî mirova şoreş û çalakiyê bû. Ev dilsoziya wê ya bi şehîdan, baweriya wê ya bi şoreşê û hezkirina wê ya li hevrêtiyê bû. Ew jî di vê rêya mezin de tevlî nav karwanê şehîdan bû.

Hêviya me ku jiyan bi bêhnefişkî û bi coşiyeke mezin jiyayî gelek caran li ber mirinê rabû, herd demê û ji niha û pê de jî wê bibe rênîşandêra min. Em sond dixwin ku têkoşîna hevrêya Rêber Apo, hevrêya Sarayan heta bi serfiraziyê têbikoşin, em careke dî sersaxiyê didin gelê xwe.''