TJK-E’ê ji bo parastina Kurdistanê bang kir

Tevgera Jinên Kurd li Ewropa (TJK-E) li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, ji bo “Parastina Kurdistanê” bang li tevahî Kurdistanî û hemû kesên ku aligirê mirovahiyê ne kir.

TJKE’ê bi daxuyaniyekî nivîskî got: “Dewleta Tirk a faşît ku hewl dide xitimandin û bêçaretiya xwe binixumîne, ji şevê din ve Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dike. Dewleta Tirk bi êrîşên li ser Şehba, Kobanê, Zirgan, Dêrik û Qendîlê hewl dide krîza siyaseta xwe ya hundir veşêre. Ev êrîş bêçaretiya dewleta Tirk nîşan dide.”

Her wiha di daxuyaniyê de wiha hate gotin: 

“Dewleta Tirk asê maye. Ji ber ku gelê Kurd û dostên wan li kolanan her roj zêdetir rûyên wan ên qirêj eşkere dikin.

Ji bo vala derxistina van êrîşan ne sibê divê em îro bikevin tevgerê. Gelê me divê bizane ku dibe ku sibê pir dereng be.

Armanca bingehîn ya van êrîşên dagirkeriyê ên li ser Rojava tinekirina gelê Kurd û destkeftiyên wan e. Her kes divê li hemberî vê zîhniyeta hov seferber bibe. Parastina Rojava ya ku bi xwîna bi hezaran gerîlayan hat rizgar kirin û DAÎŞ’ê têk bir, erka mirovahiyê ye. Ev di heman demê de parastina şoreşa jinê ye. Ev parastina axa ku lê “Jin, Jiyan, Azadî” hat afirandin e. 

Em hêzên navneteweyî yên qada hewayî ji dewleta Tirk re vekirine şermezar dikin. Ew jî berpirsê her windahiyên giyan e. Em jin rê nedin van êrîşên qetlîamker ên dewleta Tirk a faşîst.

Em TJK-E’ê di serî de jin, bang li hemû gelê xwe, dostên xwe û hemû kesên ku aligirê mirovahiyê ne dikin ku Kurdistanê biparêzin.“