Tirkiye li NATO’yê bersûc e, DYE’yê pişta xwe dayê!

Di civîna Wezîrên Karê Derve ya NATO’yê de rexneyên tund li Tirkiyeyê hatin kirin. DYE’yê pişta xwe da Tirkiyeyê, li gorî gelek kesên tevlî bûne, Emerîka û Ewropa wê li dijî Tirkiyeyê pêkanînan bikin.

Li gorî nûçeya AFP’ê ya têkildarî civîna dijîtal a NATO’yê, yek ji mijarên balkêş ew bû ku Wezîrê Karê Derve yê Emerîka Mîke Pompeo diyar kir ku Enqere li gelek herêman polîtîkayên krîzê dişopîne û nerazîbûn nîşanî ‘polîtîkaya bû qediya’ û ‘îxlal’ kirina destûrên NATO’yê da.

Yek ji kesên tevlî civînê bûyî anî ziman ku di civîna dawî ya NATO’yê de Pompeo ji Tirkiyeyê xwestiye ku ‘Vegere ser helwestên xwe yên mûtefîkiyê’ di vê mijarê de jî ‘pir zelal’ bû.  Yek ji kesên din ê beşdarvan jî got: “Mudaxele pir dem kurt bû, lê pir zelal bû.”

Pompeo nerazîbûna nîşanî girtina Tirkiyeyê ya sîstema parastinê ya S-400 a ji Rûsyayê jî.

Li gorî AFP’ê di civîna NATO’yê de bi awayekî ber biçav derket holê ku Wezîrê Karê Derve yê Tirkiye Mevlût Çawîşoglû ‘nerehet’ bûn.

Piştî civînê Serokkomarê Fransa Emanûel Macron bi Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg re bi rêya telefonê axivî û bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê. Li gorî daxuyaniya ji Qesra Elyseeyê hate kirin di hevdîtinê de ev hatiye gotin: “Têkildarî tercihên stratejîk ên Tirkiyeyê fikarên zêde dibin ji bo nîqaş bikin fersendeke.”

Li gorî berpirsekî îtifaqê di dema konferansa bi dîmen de, cidîbûna mudaxeleya Mîke Pompeo beşdarvanên din ‘asteng nekir’ , cara yekê li dijî Enqerê bi fermî sûdar kir.

Wezîrê Luksembûrgê Jean Asselborn got: “Nerzîbûna nîşanî Tirkiye da ku welatekî îtifqe ku leşkerên bi pere yên li Sûriyeyê raste rast tevlî şerê Qereqaxa Jor kiriye.”

Gelek delegeyan li ser wê fikrê bûn ku dem hatiye pêkanînan li ser Tirkiyeyê bidin kirin. Di civînê de li ser Tirkiyeyê ku di mijara ji Rûsyayê kirîna sîstema parastinê ya s-400, dîsa helwesta li Behra Spî, binpêkirina ambargoya çekan a li ser Lîbyayê, Komîsyona Ewropayê bi vê armancê di serî de pêkanînan li ser sektora aborî û gelek mijarên din vebijêrk li pêşiya wan e.

Ji bo bicihanîna van pêkanînan, pêwîstî bi dengê giştî heye. Heta niha tinê Elmanya li hember vê ye.