Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Tirkî di ber penaberan de wê çi ji Seehofer bixwaze?

Wezîrê Karê Navxwe yê Elman Seehofer li gel hevtayê xwe yê Fransiz Castaner sibe wê biçe Tirkiyê. Gelo  li ber şantajên rejîma Erdogan a penaberan wê serê xwe bitewîne? Dîsa fatoreyê wê li Kurdan bibirin?

Vê meha dawî dîsa ji Tirkiyê ber bi  Yewnanîstan çûna penaberan zêde bûye. Ev jî Yekîtiya Ewropa û nexasim Elmanya ditirsîne. Lê li gorî Peymana Penaberan a 2016'an a di navbeyna Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de, ya bi pêşengiya Elmanyayê diviya penaberên ku di ser Tirkiyê re derbasî Yewnanîstanê bûne dîsa li Tirkiyê werin vegerandin.

Tirkiye ji bo ku nehêle ku penaberên Sûriyê neçin Ewropayê û penaberên Yewnanîstanê qebûl bike ji YE'yê heta niha 6 milyar Euro alîkarî standiye. Lê penaberên ku Enqerê ji Yewnanîstanê standî heta niha ji 1900'î derbas nebûye. Hikûmeta Elman a bi seroktiya Angela Merkel dixwaze zextê li ser du welatan bike û karê îadekirinê bide lezandin.

Ji bo vê ji hêlekê ve ji bo ku serlêdanên penaberiyê yên li daîreya Yewnan zû bi encam bibin Daîreya Koçberan a Federal a Elman (BAMF) wê alîkariyê bike û ji aliyê dî ve jî hikûmeta Merkel ji bo qebûlbûna penaberên ku hatine redkirin wê ji Enqerê bixwaze ku destê xwe sivik bike. Dema ku hatiye veqetandin wê ji 3 mehan nebihure. Ango di nav sê mehan de penaberên ku Yewnanîstanê ew red dikirin bi bayê bezê wê îadeyî Yewnanîstanê werin kirin.

Ji bo ku ev plana ku Berlîn û Brûksel li ser dixebitin pêk were Wezîrê Navxwe yê  Elman Horst Seehofer li gel hevtayê xwe yê Fransiz Chrîstophe Castaner û Komîserê ji Penaberan Berpirs a Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Dîmîtrîs Avramopulos wê biçin Tirkiyê û Yewnanîstanê. Gera şandeya YE'yê ya bi pêşengiya Seehofer sibe bi Tirkiyê wê dest pê bike û li Atîna biqede.

DAXWAZA, DESTEKÊ BIDIN DAGIRKIRINÊ

Seeferhofer û şandeya gel wî ji bo ku pêleke dî ya koçê ya mîna sala 2015'an a bi ser Ewropayê de çênebe wê hewl bide ku desthilata Erdogan qanih bike. Ji ber ku van demên dawî Serokkomarê Tirk Erdogan bi gotina ''em ê dîsa deriyan vekin'' bi rengekî zelal gefê li Ewropayê dixwe.

Erdogan li gel 6 milyar Euroyê ku beriya niha ji YE'yê xwarî niha doza 2 milyar Euroyên din dike û ji bilî vê li ser mijara 'herêma ewle' ya ku tê xwestin li Rojavayê Kurdistanê were avakirin û Erdogan dixwaze penaberên Sûriyê li wir bi cih bike di serî de Elmanya dixwaze YE destekê bide. Lê jêderên Berlînê bi tevdîr nêzîkatî li palana Erdogan dkin, ji ber ku hem muxalefeta Elman û hem jî gelek çavdarên siyasî balê dikişînin ser niyeta 'paqijiya etnîk' a dewleta Tirk a li ser herêmê.

Her wiha tê diyarkirin hikûmeta Merkel ku xwe hazir dike dema peywirê ya leşkerên Elman ku bi çarçoweya têkoşîna dijî DAÎŞ'ê peywirdar in, dirêj bike, wê dernekeve derveyî siyaseta DYE'yê ya li herêmê. Tê îdîakirin ku Seehofer dikare bibêje, ''Em destekê nadin herêma ewle lê em dikarin daxwazên we yên din bi cih bînin.'' Di nav van daxwazan de jî di serî de zêdekirina zexta li ser Kurdên Elmanyayê hene û îadekirina muxalifên ku Tirkiye wan dixwaze.

FATOREYA BAZARÊ DÎSA WÊ LI KURDAN WERE BIRÎN?

Par Erdogan ku li Berlînê bi Merkel re rûniştî lîsteyeke ji 131 navan pêk hatî dabû Merkel lê hem Merkel û hem jî rayedarên Elman bi gotina, ''em nikarin destwerdanê li darazê bikin'' daxwaza îadekirinê ya Erdogan qebûl nekiribûn. Ji ber vê ya dimîne zexta li ser Kurdên Elmanyayê û komên din ên şoreşger e. Van salen dawî dema ku rayedarekî paye bilind ê Elman bi nûnerên rejîma Enqerê re rûniştibû fatoreya bazarê li Kurdan hatibû birîn.

Jixwe Seehefor ê muxafezakar û bi nasnameya xwe ya rastgiriyê tê zanîn li ser mijara zextan û dewleta Elman bike 'dewleta polîsan' têra xwe xwedî azmûn e. Sibata bihurî bi fermana wî Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîk, du saziyên girîng ên Kurdên Elmanyayê bûn hatibûn qedexekirin, polîsên ku bi ser du saziyan de girtibûn di serî de arşîva muzîkê ya Kurdî, dest li ser pirtûkên Kurdî danîbûn.Ev arşîva ku ji bo çanda Kurdî û muzîkê gencîneyeke hêja ye hê jî nedane.

Li Elmanyayê jixwe di serî de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû sembolên têkoşîna azadiya Kurd qedexe ne, bi ser sazî û dezgehên Kurdan de têne girtin, siyaasetmedar û aktivîsên Kurd dikevin ber lêpirsîn û cezayan, niha tê meraqkirin Seehofer li Elmanyayê li ser Kurdan wê zextan çi qasî dî zêde bike.