Tîmûrturkan ji bo PKK'ê 10 hezar îmze berhev kir

Welatparêz Îsmet Tîmûrturkan li Qibrisê ji bo PKK’ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin 10 hezar îmze kom kir. Tîmûrturkan got, "Roj roja xwedîderketina li rûmet û gerîlayan e."

Welatparêzê Kurd Îsmet Tîmûrturkan ê li bajarê Lîmasol ê Qibrisê dijî, ji bo PKK’ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin di mehekê de 10 hezar îmze berhev kir.

‘DIVÊ HER KUDEK BI RUHÊ SEFERBERIYÊ ÎMZEYAN KOM BIKE’

Tîmûrturkan ji ber zextê dewleta faşist a Tirk ew neçar maye li Qibrisê bi cih bibe û wiha got, “Nêzî 17 sal in ez bi malbata xwe re li vir dijîm. Weke ku tê zanîn şerê qirkirinê yê bi pêşengiya Komara Tirk a faşîst hatiye destpêkirin hê jî didome. PKK û gerîla berxwedaneke destanî nîşan didin. Di pêvajoyek wiha de encax bi vî awayî ez dikarim bersiva vê berxwedanê bidim. Niha jiyana min bi komkirina îmzeyan e. Îro li çiyayên Kurdistanê jin û mêrên Kurdistanê şev û roj bê xew, birçî û tî li ber xwe didin. Divê em jî li ser vê bingehê nêzîk bibin. Ez wisa difikirim ku divê em ji her kesî re, dost û dijmin nîşan bidin ku divê her Kurdek bi ruhê seferberiyê îmzeyan kom bike.”

‘DI ŞEXSÊ PKK’Ê DE HEMÛ KURD DI HEDEFÊ DE NE’

Tîmûrturkan têkîldarê qedexeyên li ser PKK’ê hatine dayîn ev agahî da: “Helbet li vir durûtiya Ewropayê derdikeve holê. Weke ku tê zanîn dewleta Elman yekem car di sala 1993’an de bi hinceta qanûna komeleyan xebatên PKK’ê qedexe kir. Piştre hin welatan dest bi vê biryarê kirin. Dîsa di 10’ê Tebaxa 1997’an de Wezareta Rêxistinên Terorê yên Derve ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê PKK’ê xistibû lîsteya ‘Rêxistinên Terorê yên Biyanî’. YE’yê di Gulana 2002’an de ev biryar girt û piştî wê Îngilîstan û welatên din wan şopandin. Dema ku YE’yê cara ewil ev biryar girt, ez difikirim ku 6 mehên ewil navê PKK’ê jî tunebû. Bi zextên Komara Tirk a faşîst PKK’ê jî kete nava vê lîsteyê. Lê belê PKK’ê li tu welatên navborî tu çalakiyên tundiyê jî nekiriye. Dema ku PKK’ê xistin nava lîsteyê, rastî hemû gelê Kurd wek terorîst hatin dîtin. Li ser polîtîkayên dewleta Tirk a YE’yê, li ser nêzîkatiyên dewleta faşîst bû. Hat zanîn ku wê demê gelek siyasetmedar hatin girtin, cezayê pereyan hat dayîn, li ser TV û hin organên çapemeniya Kurd operasyon hatin kirin.”

Tîmûrturkan komploya Cotmeha 1998’an jî bibîr xist û wiha berdewam kir: “Piştî DYA’yê PKK’ê girt lîsteyê terorê komplo pêk hat. Ev hemû plankirî bû. Di rastiyê de, bi van zagonan dihat xwestin ku Kurdan bi temamî biqedînin, qirkirinê temam bikin. Lê berxwedana dîrokî ya Rêber Apo ya li Îmraliyê û têkoşîna ku PKK’ê li derve daye destpêkirin, lîstika Komara Tirkiyeyê û hemû hêzên navneteweyî yên hevkarên wê têk çûye.”

‘PÊVAJO DEMA PARASTINA NAMÛS, ŞEREF Û HEBÛNÊ YE’

Îsmet Tîmûrturkan anî ziman ku divê hemû gelê Kurd berhev kirina îmzeyan wek erkek pîroz bibine û bi ruhê seferberiyê beşdarî vê xebatê bibe û got, “Her nefesa ku em îro distînin bi saya Rêber Apo, PKK û şehîdên me ye. Em di pêvajoya hebûn û tinebûnê de ne, parastina PKK’ê û têkoşîna wê erka herî bi rûmet a serdemê ye. Li Ewropayê zêdetirî 4 milyon Kurd hene. Hedefa îmzeya me 4 mîlyon e. Ev xebat bi mehan e didome. Divê mezinkirina berxwedana gerîla erka sereke ya me hemûyan be. Em ê vê xebatê bigihînin armanca xwe û pêşkêşî lehengên gelê Kurd bikin. Pêvajo dema parastina namûs, şeref û hebûna xwe ye.”