Tîma YPS'ê li Stenbolê li dijî polîsan çalakiya sabotajê kir

Tîma Bersivdanê ya YPS'ê ya Şehîd Mazlûm Tekdag ragihand, ku di çarçoveya "Pêngava azadiyê" de li Stenbolê li dijî polîsên ku kontrola rê dikin, çalakiyeke sabotajê li dar xistiye.

Di daxuyaniya Tîma Bersivdanê de hate gotin, "15'ê Çileyê êvarê saet di 19:00 de li Arnavûtkoy a Stenbolê, li dijî polîsên ku kontrola rê dikirin, bi bombeyê çalakiya sabotajê hate lidarxistin. Hejmara dijminên di çalakiyê de hatin kuştin û yên birîndar bûn nehate zelalkirin. Hate tespîtkirin ku piştî çalakiyê 3 ambûlans hatine qadê û birîndar rakirine."

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Berxwedana zindanan di kevneşopiya berxwedana Kurdistanê de berxwedana herî bi wate ye. Rewşa dawî ya berxwedana zindanê bi rêbazeke nû pêk tê. Çalakiya herî bi bandor a ji bo piştgiriya berxwedêran, lêdana li dijmin e. Bi vî dijminî re bi zimanekî din nayê axaftin, ji zimanekî cuda fêhm nake."