Tevî êrîşên polîsan jî dagirkerî û xiyanet hat protestokirin

Rexmê provokasyon û êrîşên polîsên Elmanyayê, bi hezaran Kurdistaniyên li Berlînê hatin ba hev, dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê şermezar kirin.

Li paytexta Elmanyayê Berlînê, îro bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê ku 17ê Nîsana 2022‘yan dane destpêkirin xwepêşandeke girseyî hat lidarxistin.

Serê sibehê, bi tevlêbûna Kurdistanî û dostên xwe yên ji gelek bajar û eyaletên Elmanyayê hatibûn meşeke rengîn hat lidarxistin. Di meşa ji qada Postdamer a li navenda bajarê Berlînê dest pê kir de, bênavber dirûşmeyên li dijî dagirkerî û xiyanetê “Bijî piştevaniya cîhanî’’, “Jin jiyan azadî’’, ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bijî berxwedana gerîla’’ û ‘’Bijî berxwedana Zapê’’ hatin berzkirin. Pankart û afîşên balê dikêşin li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk, hevkariya dewleta Elmanyayê ya di êrîşê de û xiyaneta PDK’ê hatin hilgirtin.

Di meşê de bênavber, hunermendên Kurd, Hozan Şemdîn, Hozan Hekîm Sefkan, Cewad Merwanî, Hozan Aydîn, Pewyan Arjîn, Dîlan Dersim û Ozgur Riha stran gotin. Gava girseyê bihîst ku cenazeyê siyasetvana Kurd Aysel Doganê ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve hatiye astengkirin, dirûşmeya ‘’Şehîd namirin’’ berz kirin.

Bi taybetî coşa ciwanan a di meşê de balkêş bû. Ciwanên guh nedan provokasyonên polîsên Elman, bi hev re sirûda ‘’Çerxa Şoreşê’’ gotin.

 TEHEMULÊ DIRÛŞMEYA ‘BIJÎ SEROK APO’ NEKIRIN

Ber bi dawiya meşa zêdeyê 5 hezar Kurdistanî û ji gelên din kes tevlêbûn ve, polîsen Elman êrîş û provokasyonên xwe zêde kirin. Polîsên Elman ên bi eslê xwe jê Tirk ku tehamulê berzkirina dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Bijî PKK’’ nekirin, gava çûna girseyê ya ber bi qada mîtîngê ve dest bî êrîşê kirin.

Polîsan gelek xwepêşanderên di nav de yên giran jî hebûn birîndar kirin. 15 kes jî destgîr kirin. Girseyê êrîşa polîsan bi dirûşmeyan protesto kir. Hin polîsên bi eslê xwe Tirk jî bi Tirkî heqaret li xwepêşanderan kirin. Girseyê guh neda provokasyona polîsan û karî li qada mîtîngê kom bibe û bi dengekî hêj gurtir dirûşmeya ‘’Bijî Serok Apo’’ berz kir.

Li qada mîtîngê jî hevserokên KON-MED’ê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever, Wekîla Partiya Çepgir Gokay Bûlût û Wekîlê Serokwekilê Komê yê HDP‘ê yê berê Ahmet Yildirim bi axavtinan erîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Mîtîng bi stranên Hozan Comerd bi dawî bû.